DAIŞ'ê êrîşê Medîbanê kir û derba giran xwar
Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Medîbanê kirin, derbeke giran xwarin û gelek kuştî dan. Gelek cesedên çeteyan li herêma di bin kontrola YBŞ'ê de ye.
Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Medîbanê kirin, derbeke giran xwarin û gelek kuştî dan. Gelek cesedên çeteyan li herêma di bin kontrola YBŞ'ê de ye.
Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê êrîşî çeperên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ên li gundê Medîban ê Şengalê kirin.
Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanê ANF'ê ve hat ragihandin, şer beriya nîv saetê qediya. Di vî şerî de ji çeteyên DAIŞ'ê gelek kuştî çêbûn û gelek cenazeyên çeteyan li herêma di bin kontrola YBŞ'ê de ye, mane.
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê saet di 04:30 de destpê kir. Hêzên YBŞ'ê di cih de bersiv dan vê êrîşa bi maşînên zirxî hat kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama vê bersivdayînê de maşîneke zirxî ya bi tîma Hummer tevî çeteyên tê de hat rûxandin. Her wiha hat ragihandin, gelek maşînên zirxî yên çeteyan ketin nava kortên ji bo parastinê hatibûn kolandin.
Çav li rê ye YBŞ li ser mijarê daxuyaniyekê bide.