Cemîl Tûnç ê li Amedê hate qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Li Amedê Cemîl Tûnç ê ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe hate definkirin.

Cenazeyê Cemîl Tûnç (23) ê ku di 14’ê Adarê di berxwedana xwerêveberiyê ya li Taxa Kaynartepe a navçeya Rezan a Amedê de jiyana xwe ji dest dabû û 12’ê Nîsanê li Goristana Yenîkoy a Amedê ya bêkesan hatibû definkirin, piştî testa DNA’yê cenaze ji aliyê malbatê ve hate girtin. Cenazeyê Tûnç anîn taxa Erenler a navçeya Qerçoban a Erziromê û li vir ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Di ketina navçeyê de cenaze ji aliyê bi sedan kesan ve bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Tûnç li ser milan anîn goristana Taxa Erenlerê. Tûnç, piştî rêzgirtinê li gel duayan hate definkirin.

Bavê Tûnç Hafît Tûnç anî ziman ku dozgerê ATK’ê 74 rojan cenaze nedaye wan û piştî hewldanên demdirêj cenaze girtine. Tûnç wiha axivî: “Tevî hemû hewldanan me nikarîbû şehîdê xwe bigirta. Ez pir kêfxweş im ku min şehîdê xwe wergirt. Ez bi şehîdê xwe serbilind im. Serê gelê Kurd sax be.”

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.