Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bombekirinên hêzên dewletê bi awayekî dijwar didomin. Li Taxa Abdûlkadîrpaşa ya ku bi sedan wesayîtên zirxî ve hatiye dorpêçkirin, teqînek mezin qewimî. Ji ber teqînê di gelek malan de ziyan çêbûn, dûmanek zêde li ser taxê bilind bû. Heta niha gelek caran hêzên dewletê bi balafirên şer taxên Nisêbînê ji hewa ve bombe kiribûn. Di êrîşa 77 rojan de heta niha bi dehan leşker û polîs hatin kuştin. Di roja 73'an de hêzên YPS û YSP JIN daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku wan hêzên xwe vekişandine û eger ji niha û şûnde êrîş pêk bên li dijî gelê sivîl pêk tên.