'Divê li dijî dewleta Tirk a Rojava dagir dike, helwest bê nîşandan'
TEV-DEM'ê, dagirkirina xaka gundê Hemamê yê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve weke helwesteke bê exlaq nirxand û diyar kir, ev dagirkerî li dijî hemû peymanên navneteweyî ye.
TEV-DEM'ê, dagirkirina xaka gundê Hemamê yê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve weke helwesteke bê exlaq nirxand û diyar kir, ev dagirkerî li dijî hemû peymanên navneteweyî ye.
TEV-DEM'ê artêşa Tirk şermezar kir, ku roja 27'ê Gulanê bi leşker û tankên xwe derbasî gundê Hemamê yê navçeya Efrîn Cindirêsê bû, benda kontrolê danî, heqaret li sivîlan kir û gef xwar.
Di daxuyaniya TEV-DEM'ê ya li ser mijarê de hat gotin, "Weke partiyên siyasî yên di bin sîwana TEV-DEM'ê de ne, em dagirkirina xaka gundê Hemamê ji aliyê dewleta Tirk ve weke helwesteke bê exlaq dibînin û dibêjin, ev dagirkerî li dijî hemû peymanên navneteweyî ye."
TEV-DEM'ê bang li raya giştî ya cîhanê û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî vê helwesta bê exlaq nerazîbûnê nîşan bidin û got, "Di nava 5 salên şoreşa li Sûriyeyê de li ser xaka Sûriyeyê gelekî şer qewimî. Dewleta Tirk a dixwaze ji şer û krîzê sûdê werbigire, destek da komên çete. Dewleta Tirk a vîna gelê Sûriyeyê nas nake, li hemberî lêgerîna çareseriya demokratîk a li Sûriyeyê, bi taybetî li djî projeya xweseriya demokratîk siyaseteke dijminane meşand.
Piştî bi destxistina serketinên leşkerî, dîplomatîk û siyasî, dewleta Tirk sînorên Rojava binpê kir û gelek caran hewl da dagir bike. Ev hewldana dawî ya dagirkirinê ya dewlet Tirk, ku li dijî hemû peymanên navneteweyî ye, înkar û zilma li gel e."