Li derdora Şêx Meqsûdê şerekî giran diqewime
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, ji danê vê sibehê ve li dora taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji ber êrîşên çeteyan şerekî dijwar diqewime.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, ji danê vê sibehê ve li dora taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji ber êrîşên çeteyan şerekî dijwar diqewime.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku ji saet 08:00 ê vê sibehê heta niha li derdora taxa Şêx Meqsûd a Helebê şerekî dijwar diqewime.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, piştî topbaran nêzî 10 saetan dewam kir, çeteyên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê li Seken El-Şebabî, Kolana Muxabirat û El-Eşrefiyê bi dijwarî êrîşê taxê dikin.
Hat gotin, "Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bersiva komên êrîşkar didin" û şerê li herêmê dewam dike.