KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCD: Ji bo ku Cizîrek nû neyê jiyîn divê her kes bi hestyar be
Kongerya Civaka Demokratîk, ji bo ku qetîamekî mîna Cizîrê neyê jiyîn, ji bo Nisêbînê banga divê her kes bi hestyar be kir. -
13 cerdevanên Stewrê çek danîn
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê 13 cerdevanên ku zordestiyên dewletê ya li ser beşdar bûyîna operasyonên qîrkirinê ya li hemberî Nisêbînê qebûl nekirin, çekên xwe danîn û îstîfa kirin. -
Ji QSD’ê daxuyaniya têkildarî operasyona Reqayê
QSD’ê diyar kir ku di hemleya rizgarkirina Bakurê Reqayê de 2 gund ji çeteyan hatin rizgarkirin, hewana çeteyan a 120 mm jî hatiye îmhakirin. -
Li Farqînê li hember leşkerên Tirk çalakî
Li nêzîkî gundê Kelê yê Farqînê li hember nuqteya leşkeran çalakiyek hat lidarxisitn. -
Operasyona Reqayê: Li Gundê Xışê 10 çete hatine kuştin
Di şerên li gundê Xişê qewimîn de, 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. -
Li Şirnexê wesayîta zirxî hate îmhakirin
Li Taxa Bahçelîevlerê ya Şirnexê wesayîtekî zirxî ya kobra hate îmhakirin. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Barinç li Wanê mewlûd hate dayîn
Ji bo Gerîlayê HPG’ê Agîd Barinç yê ku li Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê mewlûd hate dayîn. -
Li Dersîmê herî kêm 3 leşker hatine kuştin
Li hember leşkerên dinava amadekariyên operasyonê yên li derdora qereqola Kûslûca a navçeya Pilur a Dersîmê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin. -
HPG: Herî kêm 16 leşkerên Tirk hatine kuştin, Skorskiyek hatiye derbkirin
Çalakiyên li Bakurê Kurdistanê her ku diçin zêde dibin. Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de li gorî ku hatiye zelalkirin herî kêm 16 leşker hatine kuştin, helîkoptera Skorsky jî hetiye derbkirin. -
Yuksekdag: Emê hemû astengiya tûne bikin!
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, “Êdî îro demên dawî yên di tekperestiyê de israr dikin e.” Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî got ku ‘wê AKP tek biçe’. -
‘Li Nisêbînê hinek sivîl hatin tehliyekirin; lê hê jî xeteriya qetlîaman didome’
Hevşaredarê Nisêbînê Kaya diyar kir ku li navçeyên di encama hewldanê de 42 sivîl hatine derxistin. Kaya destnişan kir ku hê jî gelek sivîl mane kû xeteriya qetlîamê li ser hene, hersyarîbûna xwe dewam bikin. -
Çiyayê Tendurekê tê bombebarankirin
Herêma Girê Nêriyê ya li qontarê çiyayê Tendurekê ya Agiriyê tê bombebarankirin. -
Li Şêx Meqsût topbaran: 5 welatî hatin birîndarkirin
Komên çete yên Koalîsyona Sûriye û çeteyên DAIŞ’ê û ENKS’jî dinav de êrîşên xwe yên li ser Şêx Meqsûd didomînin. Di êrîşan de 5 welatiyên sivîl birîndar bûn. -
KNK: Nisêbîn di bin bomberdûmana dijminan de ye!
Konseya Rêveber a KNK’ê bi bîr xist ku Nisêbîn di bin bombekirina dewleta Tirk de ye, got: “Pêwîst e gelê Kurdistanê, li xwe, li welatê xwe, li Nisêbînê xwedî derkeve.” -
Parlamenterên HDP'ê serî li AYM'ê dan
Parlamenterên Partiya Demoratîk a Gelan (HDP), li dijî darbeya ku ji aliyê AKP, MHP û CHP'ê ve hat amadekirin û destnedayîna wekîlan hat rakirin serî li Dadgeha Qanûna Esasî dan. -
RCS: Dewlet talan dike, wêran dike û didize
Cemiyeta Rojnamegerên Azad bal kişand li ser zext û zorên li ser çapemeniya azad, got: “Em li hemberî van zextan bêdeng neman û em ê disa bêdeng nemînin.” -
Pêşveçûna şervanên QSD’ê didome
‘Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqayê’ ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daye destpêkirin, bi hemû hêza xwe di roja 3’emîn de didome. -
“Bêyî dem derbas bibe, divê ber bi Nisêbîn û Şirnexê ve meş çêbibe”
Însiyatîfa Gelê Kurdistanê ya Demokratîk diyar kir ku êrîşên qirkirinê yên AKP’a faşîst didome, got: “Wê demê bêyî dem derbas bibe divê serhildan çêbibin, ber bi Nisêbînê û Şirnexê ve meş çêbibin.” -
Li Şirnexê şer û tevgera ambûlansan
Li Şirnexê hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe yên qirkirinê didomînin, malan yek bi yek xera dikin. Li bajêr detaya ku balê dikşîne jî tevgera ambûlansan a ku ji duh ve didome ye. -
Ji sivîlên li Nisêbînê banga hestyarbûnê
YPS’ê di daxuyaniya xwe diyar kiribû ku li Taxa Alîka (Tûnç) mirovên sivîl, zarok û birîndar hene, banga liv û tevgerê li tevahî gel kiribû. -
Endamê Reveberiya OGC'ê Ertaş hate binçavkirin
Endamê Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad Mehmet Alî Ertaş ji aliyê polîsên Qesrê ve hate binçavkirin. Ertaş piştî demeke hate berdan . -
Atalan: Beriya qetilkirina sivîlan xwedî li Nisêbînê derkevin
Parlamenterê HDP’ê Alî Atalan ku li Nisêbînê ye, ji bo qetlîamek nû ya sivîlan pêk neyê bang li tevahî gel kir ku werin Nisêbînê. -
Aysel Avesta serbest hate berdan
Bernamevana Stêrk TV Aysel Avesta a ji aliyê PDK’ê ve hatibû girtin serbest hate berdan. -
Kaya: Li hember qetlîamek sivîl a li Nisêbînê divê her kes hişyar be
Piştî daxuyaniya YPS’ê, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku li navçeyê bi hezaran sivîl bi mehan e dest ji navçeyê bernedane û li ber xwe didin. Li hember qetlîamek sivîl banga xwedîderketina Nisêbînê kir. -
Di Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqayê de çi diqewimin?
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên dest bi Operasyona Rizgarkiriya Bakurê Reqayê kir, pêşveçûna xwe didomîne.