KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Fermandara QSD’ê Rojda Felat: Em ê bakurê Reqayê rizgar bikin
Fermandara QSD’ê Rojda Felat got, “Em bi vê pêngavê bi tevlîbûna şervanên QSD’ê re ji bo rizgarkirina bakurê Reqayê li dar dixin” û bang li her kesî kir ku xwedî li vê pêngavê derkevin û li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi çalak têbikoşin. -
Çeteyan bi hewanan êrîş kirin: 3 sivîl birîndar bûn
Li gundê Sehil El-Qumlix ê ku bi hewanan hate bombekirin, 3 welatiyên sivîl birîndar bûn. -
Ji HPG’ê têkîldarî çalakiyan daxuyanî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku çeteyên Qesrê di şerê xwe yê qirêj de derbên giran ji hêzên gerîla dixwin. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyan de gelek çete hatine kuştin. -
Çeteyên bêçare man e, bi teknîkê êrîş dikin
Li Nisêbînê, çeteyên Qesrê yên li pêşberî berxwedana mezin a YPS/YPS Jinê bêçare man e, bi çekên giran ên ji teknîka dawî, êrîş dikin. -
Agahiyên destpêkê yên li ser operasyona Reqqayê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di bin fermandariya Rojda Felat û Ebû Feyya de, îro saet di 13:50 de dest bi pêngava azadkirina bakurê Reqqayê kirin. -
Operasyona rizgarkirina Reqqayê destpê kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dest bi operasyona rizgarkirina Reqqayê kirin. -
YPG: Li Şêx Meqsûdê 4 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di êrîşa çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê ya li hemeberî taxa Şêx Meqsûd de, li ser bersiva YPG/YPJ'ê, 4 çete hatine kuştin. -
Bajarê li benda azadiyê ye: Reqqa
Bajarê Reqqa ku nîvê wê çol e û nifûsa xwe bi qasî 200 hezar e, ji aliyê gelek mirovan ve piştî sala 2014'an dema ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, hat bihîstin. -
Dewleta Tirk bênavber bombeyan li Şirnexê dibarîne
Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê di roja 71. de ye. Ji duh bi şev û vir ve bi tank û panzeran bênavber bombe li taxan tên barandin. -
Li Gimgimê operasyona leşkerî
Li bejahiya gundên Badan, Corsan û Qasima yên Gimgimê operasyona leşkerî hate destpêkirin. -
Hevserokên DBP’ê yên navçeya Erdîşê hatin binçavkirin
Hevserokên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a navçeya Erdîşê Mûstafa Saglam û Hatîce Yildiz dan sêibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. -
Balafirên şer ên Tirk careke din Nisêbîn bomebaran kirin
Artêşa Tirk ku nikare berxwedana li Nisêbînê têk bibe, vê sibehê dîsa bajar bombebaran kirin. -
Li Torontoyê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn
Li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiiyek ji bo şehîdên meha Gulanê hate lidarxistin. -
4 çeteyên Qesrê birîndar bûn
Hat ragihandin ku di çalakiya li Nisebînê de yek jê giran 4 çeteyên Qesrê birîndar bûne. -
Rûkeniya biharê: Kûrtay Amed
Ya Kûrtay Amed çîroka serhildaneke mezin a rêya rûmetê ye. Yek ji hezaran ciwanên Kurd e, ku navên wan li hişê mirovan û dîwarên taxan hatine nivîsandin. -
Nivîsandina peymana civakî ya federasyonê li ber qedandinê ye
Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, kêm maye nîqaşên xwe yên li ser peymana civakî ya federasyonê biqedîne. Çav li rê ye metna peymanê di demeke kurt de bê weşandin. -
Li Şirnexê bomberdûman dijwar bû
Li Şirnexê tank û panzerên ku xistîn nava taxan bi awayekî bênavber taxan bombedûman dikin. Li bajêr şerên dijwar diqewimin. -
Li Şemzînanê şer
Hate diyarkirin ku nêzî Baregeha Leşkerî ya Mamreşê ya li bajaroka Rûbarokê ya Şemzînanê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên Tirk de şer qewimîne. -
Serokê Parlamentoya Iraqê bi Barzanî re civiya
Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re civînek li dar xist. -
Li Geverê heronek hate xistin û helîkopter jî hate derbkirin
Li bejahiya gundê Dertînîs a navçeya Gever a Colemêrgê dema ku Heronê keşif dikir ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hate xistin û piştre jî helîkoptera Kobra a ku hate herêmê jî hate derbkirin. -
Ji bo Doza Giştî ya KCK’ê biryara navberê wê sibehê bê dayîn
Ji bo rûniştina 61. “Doza Giştî ya KCK’ê” ya ku li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihat dîtin, rojek navber hate dayîn. -
Ji Yuksekdag ji bo polîsan: Hûn ê canê me bigirin, bicehemin!
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag wiha bertek nîşanî polîsan da: “Ji bo hê zêdetir can bistînin hûn li vir rawestayîne. Eger we ruh divê werin ruhê me bistînin û ji vir bicehmimin.” -
Li Wanê û Hezexê protestoya ‘Derbeyê’: Bi berxwedanê em ê bi ser kevin!
Li Wanê û Hezexê “Derbeya” li hember HDP’ê û siyaseta demokratîk hate protestokirin. Di çalakiyê de peyamên mîna li dijî biryara derbeyê “Bi têkoşîn û berxwedana mezin em ê bi ser kevin” hate dayin. -
Polîsên Tirk dîsa Şaredariya Qoserê dorpêç kirin
Çeteyên Qesrê yên li navçeya Qoserê êrîşî mîtînga bi dirûşmeya "Li dijî darbeyê hevdîtina gel a demokratîk" kirin cara duyem Şaredariya Qoserê dorpêç kirin. -
Êrîşa çeteyên Qesrê 12 saet in dewam dike
Çeteyên Qesrê ev 12 saetên dawî bênavber êrîşî taxên Bahçelîevler û Yenî yên Şirnexê dike.