Çeteyan bi hewanan êrîş kirin: 3 sivîl birîndar bûn
Li gundê Sehil El-Qumlix ê ku bi hewanan hate bombekirin, 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Li gundê Sehil El-Qumlix ê ku bi hewanan hate bombekirin, 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê bi hewanan êrîşî gundê Sehil El-Qumlix ê li Rojavayê Kobanê kirin.
Di bomberdûmana di saet 15:55’an de li herêma Cîbal El- Şamiye ya Cerablûsê pêk hat de welatiyên bi navên Abdûllah Haşim (35), Xedîce Haşim (65) û welatiya bi heman navî Xedîce Haşim (20) salî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Emel a li navenda Kobanê.