Serokê Parlamentoya Iraqê bi Barzanî re civiya

Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re civînek li dar xist.

Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî ji ber qirîza heyî hefteya borî li Silêmaniyê bi komên li parlementoyê re civîn li dar xistibû, îro jî li Hewlêrê bi Mesût Barzanî re civiya.

Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hate diyarkirin ku ji bo qrîza li Iraqê wê guftogoyên bi aliyan re bidomînin, hate destnîşankirin ku heta çareserî ji pirsgirêkan re neyê dîtin wê hevdîtin dewam bikin. Têkildarî hevdîtinê agahiyên zelal nehatin parvekirin.