KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li hember nuqteyên polîsan ên li Pîranê çalakiyên hemwext
Hate ragihandin ku li navçeya Pîran a Amedê li hember 2 nuqteyên polîsan gerîlayên HPG’ê çalakiyên hemwext li dar xistine û şer dewam dikin. -
PEN’a Kurd kongreya xwe li dar xist
PEN’an Kurd, 9. kongreya xwe bi tevlîbûna gelek nivîskar û rêxistinên civaka sivîl ve li Amedê li dar xist. -
Derbe li Wanê hate protestokirin: Em ê hê xurtir bên!
Derbeya Qesr/AKP’ê ya li hember HDP’ê, li Wanê hate protestokirin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku wê kevneşopiya siyaseta Kurd ji vê merheleyê hê bi hêztir derkeve, banga xwedîderketina îradeya gel hate kirin. -
Li Şirnexê tankek û Kobrayek hatin derbkirin
Li Taxa Bahçevlîevler a Şirnexê, tankek û wesayîteke zirxî ya Kobra hatin derbkirin. -
Berxwedêrê Cizîrê Ozluer ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Cenazeyê Ferhat Ozluer ê di berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Qelqelî ya Wanê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin. -
Ji YE'yê li dijî darbeyê nerazîbûn: Şaşîtiyeke dîrokî!
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî li dijî qebûlkirina pêşnûmeya destnedayînan a bi tifaqa AKP, CHP û MHP'ê nerazîbûn nîşan da û wekî ‘şaşîtiyeke dîrokî’ bi nav kir. -
Derbeyek li siyaseta demokratîk hate dayîn!
Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê, li hember derbeya Qesrê nerazîbûn nîşan dan, gotin “Derbe li îradeya 6 mîlyon kesî ketiye, em qebûl nakin.” -
Çeteyên SÛK’ê li Şêx Meqsûdê zarokekî 14 salî qetil kirin
Çeteyên SÛK û ENKS’ê îro careke din bi fûze, topên cehennem û çekên giran êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin û zaroka 14 salî Lela Seîd qetil kirin. -
Çeteyên SÛK’ê êrîşî Şêx Meqsûdê dikin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên SÛK’ê bi topên cehennnemê êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin. -
Li Nisêbînê tankek hate derbkirin
Li Nisêbînê ya berxwedana xwerêveberiyê lê didome, endamên YPS’ê tankek derb kirin. -
Agirê li çiyayê Cûdî belav dibe
Li Çiyayê Cûdiyê ji ber bomberdûmanê bi hezaran berecotê daristan şewitî û ji ber ba jî agir hê zêdetir belav bû. -
Gerîlayê HPG’ê Mehmet Çelîk, li Wanê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Gerîlayê HPG'ê Mehmet Çelîk ê ku di şerê li gundê Malabado ya Hewêla Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabû, li Elbakê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin. -
Hêzên rejîmê zextê li ser malbatên birîndaran dike
Derket holê ku hêzên rejîmê ji bo îfadeyek derewîn bide hêzên Asayîşa Hesekê, zext li ser malbata Hamriye Mahmût Mardîllî ya 18’ê Gulanê di êrîşa li ser Hesekê de bi giranî birîndar bibû kirine. -
Rêveberiya Stêrk Tv: Ti agahî der barê Aysel Avesta de nîne!
Rêveberiya Stêrk Tv ji ber pêşkêşvana Stêrk TV rojnamevan Aysel Avesta, duh êvarî li Duhokê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatibû binçavkirin û ti agahî jê nayê girtin daxuyaniyek nivîskî weşand. -
Gerîlayê HPG’ê Eren Top, li Dersîmê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Eren Top ê di bomberdûmana li Dersîmê de jiyana xwe ji dest da, li warê wî Dersîmê hate definkirin. -
Koma HDP’ê ji bo nirxandina rewşê kom bû
Piştî pêşniyara derbeyê ya ku AKP’ê anîbû bi 376 dengan hate qebûlkirin, HDP’e ji bo nirxandinên destpêkê li hev kom bû. -
Parlamenên Danîmarkî: Em li gel HDP’ê ne
Parlamenterên Danîmarkî daxuyaniyek piştevaniyê ji bo HDP’ê dan. -
Ji gerîlayên YJA Starê li Bedlîsê çalakiya sûîqestê
Gerîlayên YJA Starê li herêma gundê Ez ê ser bi navçeya Bedlîs Tetwanê li hemberî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîlê barandin
Balafirên şer ên Tirk, duh êvarê saet di navbera 21:00-22:00 de bombe li herêma Qendîlê barandin. -
Bombe bi maşîna leşkerî de hat teqandin
Li pêşiya bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê, di dema derbasbûna maşîna leşkerî de teqînekê rû da. -
Şer li Şirnexê dijwar bû
Li 3 taxên Şirnexê şer didome. Danê sibehê li Taxa Bahçelîevler şer giran bûn. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li Garê dibarînin
Balafirên şer ên Tirk herêma Garê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dikin. -
Pêşkêşvana Stêrk TV Aysel Avesta li Duhokê hat binçavkirin
Pêşkêşvana Stêrk TV rojnamevan Aysel Avesta, duh êvarê li Duhokê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hat binçavkirin. Nayê zanîn bê Avesta birine ku derê. -
Ji ber êrîşên artêşa Tirk li Qamişlo 7 kes birîndar bûn
Leşkerên artêşa Tirk ên êrîşî Nisêbînê dikin bi doçkayê gule li Qamişlo reşandin. Di encama vê êrîşê de 7 sivîlên ku yek ji wan zarokekî 4 salî ye, birîndar bûn. -
'Hesekê bajarê biratiyê ye'
Şêniyên Hesekê nerazîbûn nîşanî êrîşê provokatîf ên rejîma Sûriyeyê dan û gotin, "Hesekê bajarê biratiya gelan e. Êrîşên provokatîf ên rejîmê wê nikaribin jiyana me ya hevpar hilweşînin."