Derbeyek li siyaseta demokratîk hate dayîn!
Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê, li hember derbeya Qesrê nerazîbûn nîşan dan, gotin “Derbe li îradeya 6 mîlyon kesî ketiye, em qebûl nakin.”
Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê, li hember derbeya Qesrê nerazîbûn nîşan dan, gotin “Derbe li îradeya 6 mîlyon kesî ketiye, em qebûl nakin.”
Guhertina Destûra Bingehîn a têkîldarî rakirina destlênedanên parlamenterên HDP’ê ku desthilatdariya AKP’ê pêşkêş kir, bi dengên CHP û MHP’ê ve hate qebûlkirin. Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê li hemberî encama guhertina qanûnê ya li Meclîsê pêk hatiye nerazîbûn nîşan dan.
Hevserokê SES’ê yê Amedê Ramazan Kaval: Ji bo Tirkiyeyê ev neheqiya li hember îradeya 6 mîlyon mirovî şermek e. Ne demokrasî ne jî azadî vê qebûl nakin. Di pêvajoyek wisa de divê rûyê parlamenterên ku me hilbijartine her tim li me bin. Wek Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî got, divê em meclîsê xwe yên gel ava bikin. Ev biryara ku li ser navê Tirkiyeyê girtine wê ti carî li gor dilên wan nebe. Hê pêvajoya dadgehê heye, ne diyar e bê ka wê çi bibe, lê ji niha û şûn de Meclîsê derbe xwariye. Em derbeyek wisa teqez napejirînin û wek gelê Kurd jî vê dibêjin: Em ê bi tevahî rêxistinên civaka sivîl û kedkaran re xebatên xwe yên meclîsê gel bimeşînin û li ser navê azadî û demokrasiyê têbikoşin.
Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Amedê Omer Onen: Li hember rewşa di bin navê destlênedanan pêk hat jixwe ti tirsên me nînbûn. Lê, li Tirkiyeyê rewşên ewqasî ji derveyî hiqûqî têne jiyîn, ku tenê ji ber azadiya îfadeyê rakirina van destlênedana ti carî nayên qebûlkirin. Tenê îradeya gelê me dikare van destlênedana rake, lê dema em lê dinêrin, mirov dikare bi hêsanî bibêje bi zîhniyeta yekperest ve Tirkiyeyek antî-demokratîk çêbûye. HDP’ê ji sala 2013’an ve ji bo aştiyê, xwişktî, biratiyê û azadiyê û her wiha bi taybet ji bo rawestandina şer a li Tirkiyeyê gelekî têkoşîn da. Lê, dema we destlênedanên vê partiyê rakir û avêti girtîgehan wê pirsgirêka Kurd çawa çareser bibe? Em wek HDP, bi rastî fikarên me hen. Li hember vê zîhiyeta yekperest bi ti awayî tirsên me nînin û em serî jî natewînin. Bi taybet ev derbeya gelek berdêlên mezin bi xwe re birine. Eger wê li Kurdistanê şer raweste, rêya aştiyê, azadiyê vebe parlamenterên me ji bo berdêldayinê amade ne. Lê, dema mirov li rewşa heyî dinêre, ji bo hêzek yekperest û dîktatoryal bingehekê amade dikin. Em wek HDP’e, em ê vê pêvajoyê ji gel re bêjin, têkoşîna xwe jî ti carî ranewestînin.
Serokê Giştî yê Komaleya 78’an Ganî Alkan: Ev biryar valaderxistina îradeya gelekî ye û bêhiqûqî bi xwe ye. Ji vê saetê û şûn de tiştê ku divê wekîlên HDP’ê bike li ser navê demokrasiyê rêxistinkirina gel e. Divê ji bo çalakiyên demokratîk bi gel re mîtîng û civînan li dar bixin. Ji ber ku divê em vê pêvajoyê ji gel re ragihînin. Pêwîst e gelê me di vê rewşê de li wekîlên xwe xwedî derkeve. Ev derbe tenê ne li hember 59 wekîlên HDP’ê ne. Li hember îradeya gelê Kurd e û ji ber vê jî divê 6 mîlyon kesên deng dane HDP’ê li dengên xwedî derkevin. Ev rewş wê atmosfereke şerekî dijwar bi xwe re bîne. Ji ber vê jî beriya tiştên hê xirabtir biqewimin, divê tevahî sazî deng bidin û li hember vê nerazîbûnên xwe bi awayekî herî eşkere bînin ziman. Em wek Komaleya 78’an, em ê heta dawiyê piştgiriya têkoşîna wekîlên xwe yên HDP’ê bikin, bi wan re li dijî zihniyeta faşîst em ê li ser vê rêyê bimeşin.