Parlamenên Danîmarkî: Em li gel HDP’ê ne

Parlamenterên Danîmarkî daxuyaniyek piştevaniyê ji bo HDP’ê dan.

Bi pankartên “Serî ji Qesrê re netewîn” û “HDP îradeya mîlyonan e” ve Parlamenterên Danîmarkî peyam dan.

Parlamenterên Partiya Yekgirtina Kesk-Sor “Enhedslîsten” ê ya ji partiyên çep a Parlamentoya Danîmarkayê ye, hewldana tesfiyeya li dijî HDP’ê şermezar kir.

Parlamenterên Danîmarkî li hember hewldanên tesfiyeyê yên bi “rakirina destlênedanan” nerazîbûn nîşan dan, daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi vê armanç ew e ku “wekîlên HDP’ê bigirin û li derveyî siyasetê bihêlin”. Her wiha ji bo têkoşîna demokrasî û azadiya li Tirkiyeyê jî peyamên pişgiriyê hatin dayîn.

Wekîlên Enhedslîstenê dowîzên “Serî ji Qesrê re netewîn” û “HDP îradeya mîlyonan e” jî hilgirtin.

...