Agirê li çiyayê Cûdî belav dibe
Li Çiyayê Cûdiyê ji ber bomberdûmanê bi hezaran berecotê daristan şewitî û ji ber ba jî agir hê zêdetir belav bû.
Li Çiyayê Cûdiyê ji ber bomberdûmanê bi hezaran berecotê daristan şewitî û ji ber ba jî agir hê zêdetir belav bû.
Ji ber bomberdûmana çeteyên Qesrê a di 16 Gulanê li gundên Şax û Hevlerê yên Çiyayê Cûdiyê de agir derketibû û agir niha jî berdewam dike. Hat ragihandin ku ji ber şewatê bi hezaran berecot erdê bi daristan şewitî. Bi hinceta ‘ewlekariye’ nahêlin welatî mudaxaleyî agir bikin.
Dûyên ku ji Çiyayê Cûdî radibin ji Şirnex, Silopiya û Cizîrê têne dîtin. Ji ber ba jî agir hê zêdetir geş dibe û ber bi herema Hesana ve belav dibe.