BI DÎMEN

Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîlê barandin

Balafirên şer ên Tirk, duh êvarê saet di navbera 21:00-22:00 de bombe li herêma Qendîlê barandin.

Bomberdûmana balafirên şer ên Tirk ên li hemberî herêma Qendîlê dewam dike. Balafirên şer ên Tirk bombe li derdora gundên Enzê, Bokriskan, Lewcê, Xobyan û Sile barandin.

Parçeyên bombeyan li malên gundiyan ketin û bi şensê tiştek bi kesî nehat. Ji ber bomberdûmanê xisareke mezin li dehl, rez û heywanên gundiyan bû.

...