Li Şirnexê tankek û Kobrayek hatin derbkirin
Li Taxa Bahçevlîevler a Şirnexê, tankek û wesayîteke zirxî ya Kobra hatin derbkirin.
Li Taxa Bahçevlîevler a Şirnexê, tankek û wesayîteke zirxî ya Kobra hatin derbkirin.
Li Taxa Bahçevlîevler a Şirnexê, tankek û wesayîteke zirxî ya Kobra hatin derbkirin.
Di 67’emîn roja êrîşên qirkirinê yên li hemberî Şirnexê de mabeyna çeteyên Qesrê û endamên YPS/YPS-JIN’ê de şerên dijwar diqewimin. Tankek û wesayîteke zirxî ya Kobra ku parastina tankê bû, ji aliyê hêzên YPS/YPS-JIN’ê bi çalakiyek roketan hatin derbkirin. Li taxê li gelek nuqteyan şer giran bûne, hate diyarkirin ku çeperên çeka doşkayê yên li ser du avahiyên cuda jî hatine derbkirin.
Li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa û Aydinlikevlerê jî şer dewam dikin. Ji ber çeteyên Qesrê hin malên li Taxa Cûmhûriyetê dane ber agir, ji taxê dûman bilind dibin. Her wiha Karayollari Bakim Merkezî ya di navbera taxên Yenî û Bahçevlîevlerê de ye û bi rojan e tê bombekirin jî, bi çekên giran tê bomberdûmankirin.