Ji gerîlayên YJA Starê li Bedlîsê çalakiya sûîqestê

Gerîlayên YJA Starê li herêma gundê Ez ê ser bi navçeya Bedlîs Tetwanê li hemberî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên dawî yên gerîşa û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 19'ê Gulanê, li herema gundên Kurtika û Serxak ên navçeya Bedlîs Tetwanê artêşa Tirk derketiye operasyonê û ev operasyon sibeha 20'ê Gulanê bi dawî bûye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 19'ê Gulanê saet di 17:30 de hêzên me yên YJA Starê li qada gundê Ez ê Tetwanê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa TC çalakiyek sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkere hat kuştin.

Roja 18'ê Gulanê saet di 18:30 de, hêzên me yên gerîla li hemberî nîzamiyeya tabûra Eynê ya li herêma Mişarê ya çiyayê Gabarê çalakiyek lidar xistin, lê hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

18'ê Gulanê saet di 15:20 de komek ji leşkeran dema li kozikeke tankê ya li derdora girê Kuroşîno yê li navçeya Şirnex Qilabanê li hev civiya, bû hedefa derbên bi çekên giran ên gerîlayên me. Piştî vê çalakiyê tankê xwe ji vê herêmê vekişand. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran li vir jî nehat zelalkirin.

Roja 19'ê Gulanê saet di 13:30 de, komeke din a leşkeran hewl dan bi desteka maşîneke zirxî li dora girê Kuroşîno kozikê bikole. Hêzên me yên gerîla bi çekên giran li wan dan. Encama vê çalakiyê zelal nebû.

19'ê Gulanê saet di navbera 11:00-12:00 de balafirên şer ên TC quntara girê Mamreşo yê Avaşînê, saet di navbera 10:00-11:00 de derdora Şehîdgeha Şehîd Îbrahîm û gundê Şamkê, saet di navbera 11:00-11:20 de girê Heqarî yê li herêma Metîna, saet di navbera 21:00-22:00 de derdora rêya li nêzî gundên Silê, Bolê, Lewcê, Bokrîskan, Enzê û herêma Dola Şehîdan bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi kesî nehat, lê xisar li cih û warê gundiyan bû."