Pêşkêşvana Stêrk TV Aysel Avesta li Duhokê hat binçavkirin
Pêşkêşvana Stêrk TV rojnamevan Aysel Avesta, duh êvarê li Duhokê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hat binçavkirin. Nayê zanîn bê Avesta birine ku derê.
Pêşkêşvana Stêrk TV rojnamevan Aysel Avesta, duh êvarê li Duhokê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hat binçavkirin. Nayê zanîn bê Avesta birine ku derê.
Hat ragihandin, Avesta ji bo bernameyekê li ser cejna Şêxan li Laleşa Nûranî bikişîne berê xwe da Duhokê.
Rojnamevan Avesta, danê êvarê dema ket hundirê bajarê Duhokê hat binçavkirin.
Avesta beriya niha bi demekê, ji bo bernameyên televîzyonê bikişîne çûbû Şengalê.