BI DÎMEN

Hêzên rejîmê zextê li ser malbatên birîndaran dike

Derket holê ku hêzên rejîmê ji bo îfadeyek derewîn bide hêzên Asayîşa Hesekê, zext li ser malbata Hamriye Mahmût Mardîllî ya 18’ê Gulanê di êrîşa li ser Hesekê de bi giranî birîndar bibû kirine.

18’ê Gulanê saet 09.00’an hêzên rejîma BAAS’ê êrîşî hêzên Asayîşa Hesekê ya ewlehiya Dibistana Nehda ya li Kolana Qamişlo kirin. Ji 4 sivîlên ku birîndar bibûn, 2’yan jiyana xwe ji dest dabûn. Di êrîşa yekem a hêzên rejîmê de guleya Karnasê li zikê Hamriye Mahmût Mardîllî ya 20 salî ketibû, bi giranî birîndar bibû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Watanê.

Birayê Hamriye Mahmût Mardîllî, Hasan Mahmût Mardîllî ji ANF’ê re axivî, got ji bo birîndarkirina xwişka xwe bera stûyê hêzên Asayîşa Hesekê bide, hêzên rejîmê li ser wî zext kirine.

‘DI ÊRÎŞA YEKEM DE BIRÎNDAR BÛ’

Hasan Mahmût Mardîllî diyar kir ku xwişka wî di destpêka êrîşa rejîmê ya saet 09.00’an de birîndar bûye, got: “Li ber derî disekine û dixwaze derî bigire. Wê demê guleyek Karnasê lê dikeve. Saet 10.30’an me ew bir nexweşxaneyê û girtin emeliyatê. Emeliyatê 12 saetan dewam kir. Heta danê êvarî saet 22.30’an jî di emeliyatê de bû.”

‘GULE YA REJÎMÊ YE, LÊ DIXWAZIN EM ÎFADEYA XELET BIDIN’

Mardîllî diyar kir ku roja destpêkê ya xwişka wî birîndar bû, hêzên rejîmê li wî geriyane û xwestine bibêje gule ne ya hêzên rejîmê ne, ji aliyê hêzên Asayîşa Rojava hatiye avêtin, wiha pê de çû: “Her ji 2-3 saetan li min digeriyan û digotin, ‘bên gel me û di îfadeya xwe de bibêjin gule ya hêzên Asayîşa Rojava ye’. Lê, guleya li xwişka min ketiya ya hêzên rejîmê ye. Ji berk u guleya Karnasê ye û cihê jê hatiye avêtin diyar e.

HÊZÊN REJÎMÊ BI CILÊN SIVÎL HATIN NEXWEŞXANEYÊ JÎ

Zilamên rejîmê bi cilên sivîl hatin û pirsîn bê ka çima em naçin gel wan. Ango, dixwazin vê bûyerê bixin stûyê hêzên asayîşê. Dibêjin, ‘bibêjî gule ne ji aliyê me ji aliyê hevalan hatiye’. Lê, cihê ku wan gule avêtine diyar e. Li wir gule davêtin ne leşkeran, davêtin sivîlan. Her kî yê sivîl hebûya gule davêtinê. Kurapekî min jî ji singa xwe birîndar bû. Li vir hate dermankirin.”

Doktorên Hamriye Mahmût Mardîllî ya birîndar diyar kirin ku piştî birîndar bûye 2 emeliyatên giran derbas kiriye û niha her diçe tenduristiya wê hê baştir dibe.

 

...