BI DÎMEN

'Hesekê bajarê biratiyê ye'

Şêniyên Hesekê nerazîbûn nîşanî êrîşê provokatîf ên rejîma Sûriyeyê dan û gotin, "Hesekê bajarê biratiya gelan e. Êrîşên provokatîf ên rejîmê wê nikaribin jiyana me ya hevpar hilweşînin."

Şêniyên Hesekê nerazîbûn nîşanî êrîşa 18'ê Gulanê ya rejîma Baasê li hemberî hêzên Asayîşa Rojava pêk anî, dan. Hesekêyiyan dan xuyakirin, ku rejîm nikarin tehemûlî jiyana hevpar a gelên Hesekê bike, lewma ji bo xerakirina vê jiyanê êrîşên provokatîf dike.

EM Ê WEKE NETEWEYEKE DEMOKRATÎK BIJÎN

SAMÎR BRAHÎM: Ez bi xwe Suryanî me. Keldanî, Asûrî û em, hemû ji gelên Mezopotamyayê ne. Ez jî li vê derê cihê xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cihê xwe digirim. Êrîşên rejîmê em hedef girtin. Rejîm dixwaze bi van êrîşan ve gelên Hesekê li hemberî hev rake, wan bide şerkirin û jiyana hevpar xera bike. Di çarçoveya felsefeya Abdullah Ocalan de Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî em hemû bi hev re bi rengekî wekhev dijîn. Yên ku ji bo vê xakê canê xwe feda kirin, ji bo em bi pêş de gavekê bavêjin, xwe feda kirin. Şehîdên me bi can û fedekariya xwe e armancên rejîmê pûç kirin. Em ê jî bi pêşengiya wan, weke neteweyeke demokratîk bijîn. Lîstikên rejîmê wê pûç bibin, ji ber ku şehîdên me ruhekî gelekî girîng daye me.

EM Ê JI SÎSTEMA FEDERAL VENEGERIN

HÎZAN HESEKÊ: Di dema ezmûna xwendekaran de hêzên rejîmê êrîşî hêzên Asayîşa Rojava kirin. Em vê qebûl nakin. Em li Hesekê, Kurd, Ereb, Suryanî hemû bi hev re dijîn. Avakirina federalîzmê jî gaveke girîng bû. Lê ew dixwazin federalîzmê hilweşînin. Em ê bi saya sîstema federal biratiya xwe xurtir bikin. Dixwazin vê xera bikin. Ji bo nakokiyê di navbera gelan de derxînin ev 1-2 meh in timî bûyeran derdixînin. Lê em ê destûrê nedin vê. Her gava li Rojava tê avêtin, gaveke pîroz e. Em ê her tim bi pêş de biçin û ti carî ji rêya xwe venegerin. Bila her kes bi vê zanibe; Hesekê bajarekî biratiyê ye. Çiqasî êrîşî me bikin jî em ê li ber xwe bidin.

EV NE ÊRÎŞA DESTPÊKÊ YA REJÎMÊ YE

SÛAT HELLO: Ev ne êrîşa destpêkê ya rejîmê ya li hemberî me ye. Lê belê taybetmendiya bajarê Hesekê ew e ku gel hemû bi biratiyê dijîn. Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Asûrî ji berê ve bi hev re jiyan e, dijîn. Hemû gelên li Sûriyeyê li Hesekê hene. Hesekê mînakeke biçûk a Sûriyeyê ye. Ji bo em jiyana xwe ya biratiyê ya li vî bajarî bidomînin, divê em hîn bêhtir bibin yek. Rejîm dixwaze vê yekîtiya me xera bike, lewma ji gelek aliyan ve li pey lîstikan e. Em di wê baweriyê de ne ku gel û saziyên li Hesekê wê nehêlin ev planên rejîmê bi ser bikevin. Mixabin di vî şerî de mirovên me yên sivîl hatin kuştin. Mirovên me yên li çeperên şer cih digirin, zarokên vî gelî ne. Dayik, bav û zarokên wan hene. Em di wê baweriyê de ne ku mirovên bi rejîmê ve girêdayî jî wê lêpirsînekê bike, ku çima êrîşî mirovên welatê xwe ji komên çeteyan diparêzin dikin.

PLANÊN WAN WÊ BI SER NEKEVIN

NESRÎN AŞIK: Ez bi xwe jineke Ereb im. Bi Kurdekî zewicî me. Em hemû Sûriyeyî ne. Beşar Esad dixwaze nakokiyê bixe navbera Kurdan, Ereb û Suryaniyan. Çima di dema ezmûna xwendekaran de êrîş kir? Ev yek rastiya wî radixe pêş çavan. Bi afirandina nakokiya navbera gelan re dixwaze çi bike? Înşaleh wê ev planên Beşar Esad bi ser nekevin. Rejîm rejîmeke faşîst e. Înşaleh em Kurd, Ereb û Suryanî bi hev re planên rejîmê pûç bikin û wê rejîm negihêje armancên xwe."

...