KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji Akademiya Şehîd Xebat mezûnên nû
Tevlîbûna li nava refên YPG û YPJ'ê her zêde dibe. 20 jinên perwerdeya xwe ya bingehîn qedandin, mezûn bûn. Her wiha du dewreyên nû yên perwerdeyê jî destpê kirin. -
Li Şirnexê şer û tevgera ambûlansan
Li Şirnexê duh heta danê sibehê şer qewimî. Di navbera herêmên şer û Nexweşxaneya Dewletê û 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor de liv û tevgera ambûlansan qet kêm nebû. -
'Ruhê Heqiyan îro li Kurdistanê dijî'
Endamê Konseya Leşkerî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Dogan Botan li ser girîngiya meha Gulanê ji bo tevgera Kurd, pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ANF re, axivî. -
YNK û Goran: Peymana me ji bo Kurdistaneke demokratîk e
YNK û Tevgera Goran dan xuyakirin, ku peymana wan ji bo Kurdistaneke demokratîk e û divê hemû xalên peymanê ji sedî sed bi cih werin anîn. -
Li Hesekê şer
Li Hesekê, di navbera rejîma Baasê û hêzên Asayîşa Rojava de şer derket. -
‘Hakî Karer ruhê Apoyî, Çaran jî meşaleya şoreşê ne’
Şervanên YPG û YPJ’ê bi boneya meha şehîdan, şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer, Çaran û Îbrahîm Kaypakkaya bi bîr anîn. -
Taxên Nisêbînê bi şev hatin bombekirin
Li Nisêbînê, ku şer lê giran e duh bi şev bombe li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê hatin barandin. -
Şerîk: Em şopdarên şehîdên meha Gulanê ne
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, hemû şehîdên şoreşê yên di meha Gulanê de tevlî karwanê nemiran bû bibîr anî. -
Ji TKP/ML TÎKKO daxuyaniya 18'ê Gulanê
Fermandariya TKP/ML TÎKKO ya Rojava mesajek şand ajansa me û di şexsê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Çaran de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî. -
PAJK'ê şehîdên 18'ê Gulanê bibîr anî
Koordînasyona PAJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, Hakî Karer ê di 18'ê Gulanê de şehîd ket, Halîl Çavgûn, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên di meha Gulanê de şehîd ketin bibîr anî. -
Ayata: Divê em bi rêxistinbûyînê ve hesab ji kujeran bipirsin
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, divê hêên demokrasiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re tevbigerin, hîn bi zanebûn xwe bi rêxistin bikin, li ber xwe bidin û hesab ji kujeran biprsin. -
Jiyan Lava: Şehîdên me hebûna me ne
Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyan Lava destnîşan kir, ku PKK bi wateya daye şehadeta Hakî Karer gihaştiye vê astê. -
Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan: Alîkariya ji bo Rojava erka neteweyî ye
Serokê Koma Yekgirtû Îslamî Kurdistan ê Parlamenta Iraqê Dr. Mûsena Emîn diyar kir, divê deriyê sînor ê Sêmalka bê vekirin û got, "Alîkariya ji bo gelê Rojava, erka siyasî, exlaqî û neteweyî ya hikûmet û gelê Başûrê Kurdistanê ye." -
Li Rihayê avahiya dîrokî li pêş çavan tine dibe
Li Rihayê, avahiya dîrokî ya weke "Textê Nemrûd-Gora Nemrûd" tê naskirin û tê exmînkirin di salên 5000-3000 ên Beriya Zayînê hatiye avakirin, ji ber xemsariyê ji holê radibe. -
Çeteya li Şêx Meqsûdê pitika 1 salî birîndar kirin
Komên çete yên Kalisyonê û bermahiyên ENKS`ê cardin bi bi fûze û çekên giran taxa Şêx Meqsûd a Helebê hedef girtin. -
YNK û Tevgera Goran bi merasîmekê peymana xwe eşkere kirin
Peymana navbera YNK û Tevgera Goran, li Otela Şarê Ciwan a Silêmaniyeyê bi merasîmekê hat eşkerekirin. -
RTUK'ê ekranê Ozgur Gun TV tarî kir
Ji ber cezayê sekinandina weşana rojekê, ekranê Ozgur Gun TV ji aliyê RTUK'ê ve hat tarîkirin. -
Êrîşa çeteyan a li hemberî Şêx Meqsûd: 2 kes birîndar bûn
Komên çete yên qaşo koalîsyona Sûriyeyê, ku ENSK jî di nav de ye, êrîşên xwe yên bi fuze û çekên giran ê li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin. Di êrîşa vê êvarê de 2 kes birîndar bûn. -
Cenazeyê Remziye Bor şandin Geverê
Cenazeyê Remziye Bor a li Wanê ji aliyê polîsan ve bi giranî hate birîndarkirin û îro jiyana xwe ji dest da, şandin Geverê. -
Çeteyên Qesrê li Şirnexê malan dişewitînin
Çeteyên Qesrê, li Şirnexê bi strana "Dombra" ya li ser Erdogan hat gotin, malên ku bomberdûman dikin yek bi yek hildiweşînin. -
Cenazeyê Erturk hate teşxîskirin
Cenazeyê Aydin Erkuk ê 10’ê Sibatê ji Cizîrê şandibûn Rihayê bi nimûneya testa DNA’yê hate teşxîskirin. Cenazeyê Erturk ji bo definkirinê ber bi gundê Eyserê ve bi rê kirin. -
Li Amed, Şirnex û Dersîmê 10 kes hatin binçavkirin, kesek jî hate girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Amed, Şirnex û Dersîmê 10 kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin. -
Ji gerîlayan çalakiya li hemberî qereqola Xerxol a Berwariyê
HPG'ê diyar kir, roja 16'ê Gulanê li hemberî qereqola Xerxol a li navçeya Sêrt Berwariyê çalakiyeke bi bandor hatiye lidarxistin. -
YPS: Bombeyên qazanan bi helîkopteran datînin herêma şer
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, hêzên dewleta Tirk bombeyên qazanan bi werîsên ji pola bi helîkopteran ve girê didin û li herêmên şer datînin. -
Êrîşên komên çete dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêx Meqsûd, kantonên Efrîn û Kobanê dewam dikin. Navendê ragihand, li Şêx Meqsûdê çeteyek hatiye kuştin.