Li Amed, Şirnex û Dersîmê 10 kes hatin binçavkirin, kesek jî hate girtin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Amed, Şirnex û Dersîmê 10 kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Amed, Şirnex û Dersîmê 10 kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin.

Di serdegirtinên malan ên duh li navenda bajarê Amedê de 8 kes hatin binçavkirin. Sabahattîn Ekmen, Ahmet Çetîner, Remzî Akkaya, Ekrem Yapici, Mevlut Toprak, Pelda Arşîmet û 2 kesên navê wan nehat hînbûn ên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Şaxê TEM'ê. Têkildarî dosyayê biryara nepenîtiyê hat wergirtin. Her wiha hat hînbûn, der barê 15 kesên din de biryara girtinê hatiye girtin.

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Mehmet Tong birayê Mizgîn Tong a hat qetilkirin, hat binçavkirin. Mehmet Tong ê îfadeya wî li Midûriyeta Emniyete ya Qilabanê hat girtin, sewqî edliyeyê hat kirin. Bi daxwaza girtinê Tong radestî dadgehê hat kirin û dadgeha Tirk jî ew girt û şand Girtîgeha Tîpa T.

DERSÎM

Li navçeya Dersîm Pêrtagê, leşkerên Tirk avêtin ser hin malan. Di encama serdegirtinê de li navenda navçeyê Erdal Kotan, li gundê Balîşerê jî Hayrettîn Gursonmez hatin binçavkirin. 

Kotan û Gursonmez i helîkopterê anîn navenda Dersîmê û birin Fermandariya Jendermeyan a Bajêr.

Li aliyê din, danê sibehê jî li navenda Dersîmê 2 kes hatibûn binçavkirin.