Çeteya li Şêx Meqsûdê pitika 1 salî birîndar kirin
Komên çete yên Kalisyonê û bermahiyên ENKS`ê cardin bi bi fûze û çekên giran taxa Şêx Meqsûd a Helebê hedef girtin.
Komên çete yên Kalisyonê û bermahiyên ENKS`ê cardin bi bi fûze û çekên giran taxa Şêx Meqsûd a Helebê hedef girtin.
Hate ragihandin ku komên çete yên Koalisyonê û bermahiyên ENKS`ê di saet 18:35`an de careke din Taxa Şêx Meqsûd a Helebê topbaran kirin. Hate diyarkirin ku çeteyan bê ketober ji aliyê Eşrefiyê û herêma Seken El-Şebabê taxê topbaran dikin. Ji ber topbarana çeteyan welatiyê bi navê Mihemed Misrî yê 34 salî û zaroka bi navê Enqa Remedan a sal û mehekê birîndar bûn.
Ji bo dermankirinê her du birîndar rakirin navenda Heyva Sor a Kurd.
Topbarana li ser taxê didome.