‘Hakî Karer ruhê Apoyî, Çaran jî meşaleya şoreşê ne’
Şervanên YPG û YPJ’ê bi boneya meha şehîdan, şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer, Çaran û Îbrahîm Kaypakkaya bi bîr anîn.
Şervanên YPG û YPJ’ê bi boneya meha şehîdan, şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer, Çaran û Îbrahîm Kaypakkaya bi bîr anîn.
Şervanê YPG’ê Çekdar Kobanê û şervana YPJ’ê Zîlan Amed bi boneya meha şehîdan di serî de ciwan bang li her kesî kir ku tevlî refên têkoşînê bibin.
Em bi şervanên YPG û YPJ’ê re li ser şehîdên Gulan axivîn.
‘TI TIŞTÎ NEKÎ ÎXANET E’
Şervanê YPG’ê Çekdar Kobanê destpêkê di şexsê Hakî Karer, Çaran, Îbrahîm Kaypakkaya de tevahî şoreşger bi bîr anîn. Şervanê YPG’ê Çekdar Kobanê bi bîr xist ku li Kurdistanê şehadet rojane çêdibin û wiha dom kir: “Li cihekî ku ewqas şehadet lê heye, jiyanek wek tiştek nîne bêrûmet e. Hewldanke wek jiyan wisa jî dikare biçe ne rast e, heta bêrêzî ye.”
Şervanê YPG’ê Çekdar Kobanê di serî de Kobanê, şehîdên ji bo azadî û rizgariya gelê xwe li Til Berak, Til Hemîs, Til Temir, Tişrîn û Şengalê şer kirine bi bîr anî, got bejna xwe li ber van şehîdên bi berxwedanek lehengî tevlî karwanê şehîdan bûne ditewîne, diyar kir ku meha Gulanê li Kurdistanê meha hebûn û nebûnê ye.
Çekdar Kobanê destnîşan kir ku yên di vê oxirê de ji bo azadiya gelên xwe canên xwe datînin holê û riya azadiyê vedikin, ji zû ve navê lehengtî û şehîdtiyê heq dikin.
HÊZEK MIROVAHIYÊ YA NAYÊ TÊKBIRIN HATE AFIRANDIN
Şervana YPJ’ê Zîlan Amed,anî ziman ku şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer, ruhê Apoyî yê li hember faşîzmê têkoşiyaye, destnîşan kir ku ev ruhê Apoyî yê berxwedêr, şoreşger di heman demê de afirînerê hêzek mirovahiyeke têk naçe ye.
Zîlan Amed, da zanîn ku îro li Rojava gelê Kurd bi YPG/YPJ’ê re serdemek lehengtiyê dijî, destnîşan kir ku sekna li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hate hate nîşandan çavkaniya xwe ji Hakî Karer, Çaran û Îbrahîm Kaypakkaya digire.
Zîlan Amed got Hakî Karer, Çaran û Îbrahîm Kaypakkaya bi berxwedan û têkoşîna xwe ji bo tevahî berxwedêrên Rojava dibin çavkaniya îlhamê, diyar kir ku li cihekî wek rojava teng û bi giştî deşt, ev berxwedana ku li dijî tevahî hêz û teknîkên mezin datînin holê bi saya sekna wan a teslîmiyet û îxanetê red dike, têkoşîna azadî û sosyalîzmê esas digire ye.
Şervana YPJ’ê Zîlan Amed di dawiya axaftina xwe de ev got: “Bi boneya meha şehîdan, ez bang li ciwanên Kurdistanê dikim ku li gor ruhê demê tevbigerin. Ez her kesî dawet dikim ku li ser esasê dilsoziya şehîdan tevbigerin, li derdora wan kom bibin, bi ruhê wan tevlî refên têkoşîna şoreşgerî bibin.”