Jiyan Lava: Şehîdên me hebûna me ne

Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyan Lava destnîşan kir, ku PKK bi wateya daye şehadeta Hakî Karer gihaştiye vê astê.

Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyan Lava bi wesîleya 40. salvegera 18'ê Gulanê roja şehadeta şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer ji ajansa me re axivî.

Lava da xuyakirin, ku di nava tevgera azadiyê ya KUrd de meha Gulanê weke meha şehîdan tê dîtin û got, "Milîtanê enternasyonalîst Hakî Karer, di heman demê de Mehmet Karasûngûr, Hozan Mizgîn, Şîrîn Elemholî û hevrêyên yên di Komkujiya Hewlêrê de hatin qetilkirin di nava vê meh ê de şehîd ketin. Di şexsê van hevrêyên xwe de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Rêberê me PKK weke partiya şehîdan pênase kir."

'BÛ ŞEHÎDÊ SEMBOL Ê JIYANA BI HEV RE YA GELAN'

Lava diyar kir, şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer ji bo gelê Kurd bûye destpêka serdemeke nû û ev nirxandin kir: "Di wê demê de ku ber bi partîbûyînê ve gav dihatin avêtin, şehadeta hevrê Hakî xwedî gelek wateyan e. Hevrê Hakî, ji ber ku di nava tevgera me de siberoja hemû gelan didît, bi bîr û baweriyeke xurt tevlî bûbû. Em îro jî bi ruhê hevrê Hakî têkoşîna xwe dimeşînin. Eger îro jiyana nû û azad a li ser xeta Apoyî li gelemperiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn bûye çavkaniyeke îlhamê, ev yek bi saya watedayîna şehadeta hevrê Hakî pêk hatiye. Şehadeta wî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan xwedî wateyekê ye. Ji bo hêzên sosyalîst û demokratîk ên îro li hev civiyane û bi hev re têdikoşin, hevrê Hakî bû hêza bingehîn a çavkaniyê. Di heman demê de bû şehîdê sembol ji bo jiyana bi hev re ya hemû gelan."

'YA KU EM GIHANDIYE VÊ ROJÊ, ŞEHÎDÊN ME NE'

Jiyan Lava destnîşan kir, ku her şehîdek di nava tevgera azadiyê ya Kurd de bûne sedema destpêkirina serdemeke nû û diyar kir, rastiya şehîdan rastiya Rêbertiyê ye. Lava got, "Rastiya şehîdan, xeta têkoşîn û serketinê ya tevgera me ye, ku îro xwe gihandiye. Bi saya şehîdên me têkoşîna me gihaştiye vê qonaxê. Ya ku em gihand vê rojê, şehîdên me ne ku bê teredût 24 saetan têkoşiyan û ji bo jiyana di xeta Rêbertiyê de xwe feda kirin."

Lava di dewama axaftina xwe de ragihand, weke milîtanên jin divê ew ji bo xwedîderketina li destketî û serketinên şehîdan bi berprisyariya xwe rabin.

SOZA BICIHANÎNA XEYAL Û HÊVIYAN

Lava herî dawî got, "Şehîdên me hebûna me ne. Ji bo em layiqî şehîdên xwe bibin, bi têkoşîneke mezin divê em li ser bingeha jiyana azad û demokratîk, înşaya demokratîk pêk bînin. Xwedîderketina li şehîdan xwedîderketina li rêbertî ye. Careke din di serî de şehîdên meha Gulanê, di şexsê Zîlanan, Semayan û hevrê Çekdar û Azad ên di dema dawî de şehîd ketin, hemû şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna azadiyê mezin bikin, xeyal û hêviyên wan bi cih bînin. Bi saya wan em ê sala 2016'an bikin sala serketina têkoşîn û xeta Apoyî."

Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyan Lava destnîşan kir, ku PKK bi wateya daye şehadeta Hakî Karer gihaştiye vê astê.

...