Êrîşên komên çete dewam dikin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêx Meqsûd, kantonên Efrîn û Kobanê dewam dikin. Navendê ragihand, li Şêx Meqsûdê çeteyek hatiye kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, der barê êrîşên komên çete yên girêdayî qaşo koalisyona Sûriyeyê/ENKS ên li ser Şêxmeqsûd û Efrînê û her wiha êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kantona Kobanê û herêma Şedadê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Êrîşên hevbeş ên komên çete yên di bin banê koalîsyona Suriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin.

16’ê Gulanê komên çeteyan bi topên cehenemê êrîş birin li ser taxa Şêx Meqsûd.  Hêzên me jî bersiv dan êrîşa çeteyan a ji herêmê Eşrefiyê. Di encama vê êrîşê de bi qasî hat zelalkirin endamekî çeteyan hatiye kuştin.

ÊRÎŞA LI HEMBERÎ HERÊMA EFRÎNÊ

16’ê Gulanê danê nîvro komên çete yên giredayî koalîsyona Surî ji çeperên xwe yên li bakurê Idlibê êrîş birin li ser Efrînê. Di êrîşê ku bi topên katuşa hat lidarxistin de ziyanên madî çebûn.

16’ê Gulanê saet 13.00’an û di navbera saetên 19.00 û 22.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran du êrîşên cuda birin li ser rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.

JI BER ÊRÎŞA ÇETEYAN ZAROKEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

16’ê Gulanê saet 14.00 û di navbera saetên 23.00 û 24.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran du êrîşên cuda birin li ser gund û derdora Qereqozax ê li rojavayê başûrê Kobanê.

Heman rojê çeteyên DAIŞ’ê saet 17.00’an de jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Girê Sor ê li başûrê bajarokê Şêxler ê girêdayî Kobanê. Di encama êrîşê de zarokek gihişt şehadetê û 4 welatiyên sivîl jî birîndar bûn.

ŞERVANEKÎ YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DA

16’ê Gulanê çeteyên DAIŞ’ê bi topên hawan û çekên giran êrîşek dijwar birin li ser gundê Mekmen a giredayî Şedadê. Piştî êrîşî di navbera hêzên me û komên çeteyan de şer rû da. Di vî şerî de hevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihişt şehadetê."