Komên çete yên qaşo koalîsyona Sûriyeyê, ku ENSK jî di nav de ye, êrîşên xwe yên bi fuze û çekên giran ê li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin. Di êrîşa vê êvarê de 2 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, van komên çeteyan îro saet di 18:35'an de careke din dest bi topbaranê kirin.
Hat ragihandin, topbaran ji aliyê Eşrefiyê û herêma Seken El Şebabî ve tê kirin. Ji ber vê topbaranê welatiyê bi navê Mihemed Misrî yê 34 salî û zaroka bi navê Enqa Remedan a emrê wê sal û mehek e, birîndar bûn.
Ji bo tedawiyê herdu birîndar rakirin navenda Heyva Sor a Kurd.
Topbarana li ser taxê didome.