Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan: Alîkariya ji bo Rojava erka neteweyî ye
Serokê Koma Yekgirtû Îslamî Kurdistan ê Parlamenta Iraqê Dr. Mûsena Emîn diyar kir, divê deriyê sînor ê Sêmalka bê vekirin û got, "Alîkariya ji bo gelê Rojava, erka siyasî, exlaqî û neteweyî ya hikûmet û gelê Başûrê Kurdistanê ye."
CÎHAN OZGUR / FERZAD EMÎN EYUB
SILÊMANIYE
çarşem, 18 gulanê 2016, 07:08
Partiyên Kurd, piştî ku Parlamenta Bexdayê ji aliyê alîgirên Sadr ve hat dagirkirin, vegeriyabûn Kurdistanê. Piştî van bûyeran, Serokê Parlamenta Iraqê û Alîkarên hatin Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê û hin danûstandin kirin. Serokê Koma Yekgirtû Îslamî Kurdistan ê Parlamenta Iraqê Dr. Mûsena Emîn têkildarî van danûstandinan agahî da û got, "Helwesta partiyên Kurd ji bo siberoja Iraqê di asteke stratejîk de girîng e. Me jê re got, di mijara vegerê de em ê nelezînin."
'BEXDA HÎNÊ CIHEKÎ EWLE NÎNE'
Emîn bal kişand ser civîna partiyên Kurd a li ser mijarê û diyar kir, ew alîgirê çareseriyê û xebitandina parlamentê ne. Emîn da xuyakirin, ku li Bexdayê hînê pirsgirêkên kar û ewlekariyê dewam dikin û got, "Bexda hînê ne amade ye, ne jî ewle ye."
Mûsena Emîn da zanîn, ku ji pirsgirêkên li Bexdayê rû dane, Ebadî û koalîsyona Şîa ya li desthilatdariyê ye berpirsyar in û anî ziman ji ber nakokiyên navxweyî yên desthilatdariyê, ji roja destpêkê heta niha siyaeteke neserketî meşandine. Emîn got, "Feraseteke ku xizmetê ji gel re bike nîşan nedan. Li hemû qadên Iraqê niha krîz heye. Qadên ewlekarî, siyasî, asayîşê, destûra bingehîn, aborî û mafên mirovan ji aliyê neyînî ve mirov dikarin bêjin ku rekor şikandine."
'YA SÊ FEDERASYON, YA JÎ PARÇEBÛNA BI SÊ PARÇEYAN'
Emîn ragihand, di dema Saddam de Şîan zilm didîtin, lewma Kurdan li cem Şîa cih digirtin û diyar kir, di roja Îro de Sûnî zilmê dibînin, ji ber vê yekê divê Kurd li cem Sûniyan cih bigirin.
Mûsan Emîn destnîşan kir, ku li pêşniya Iraqê du alternatîfên ya "sê federasyon" ya jî "sê dewlet" hene û ragihand, alternatîfên din rasteqîn nînin. Emîn got, "Li Iraqê du rêyên çareseriyê xuya dikin. Çareseriya stratejîk destnîşankirina sê herêmên cuda yên Iraqê ne. Ya Iraq bibe sê herêmên cuda û bi sîstemeke federal di bin sîwanekê de bê birêvebirin. ya jî di nava Sûnî, Şîa û Kurdan de bibe sê dewletên ji hev cuda. Projeyên ji bilî van, tê wateya xapandina xwe. Iraq mîna berê nabe bê birêvebirin."
'HETA HILBIJARTINÊ EM Ê LI NAVA HIKÛMETA NÛ BIMÎNIN'
Emîn da xuyakirin, ku eger Serokwezîr Ebadî hikûmeteke her kesî hembêz bike ava bike, weke fraksiyonên Kurd ew ê helwestek ji bo mayîna Ebadî nîşan bidin û got, "Lê belê divê were dîtin ku ti bandora Ebadî li ser koalîsyona Şîa nîne. Di nava partiya wî bi xwe de jî yên destekê didin wî kêm in. Tevî vê yekê jî eger hikûmeta nû karibe bê avakirin, heta hilbijartinê weke partiyên Kurd em ê lê bimînin."
PEYMANA YNK-GORAN
Dr. Mûsena Emîn der barê peymana navbera Tevgera Goran û YNK'ê ya duh hat îmzekirin de got, "Hêvîdarim ev peyman wê bibe wesîle ji nêzîbûna hev a partiyên Kurd û yekîtiya navxweyî ya Kurdan."
Emîn diyar kir, ew hurmetê nîşanî hemû biryarên partiyan didin û got, "Partiyên Kurd çiqasî nêzî hev bisekinin ev yek wê ji bo Kurdistanê baş be. Lê belê eger peymana navbera YNK û Tevgera Goran rê li ber pirsgirêkên nû veke yan jî YNK-Goran li aliyekî, PDK li aliyê din bisekine û Başûrê Kurdistanê mîna berê weke 'kesk' û 'sor' bi du awayan bê birêvebirin, ev yek nebaş e. Em hêvîdar in ev peyman wê ji bo nêzbûna li hev a partiyên Kurd û ji bo yekîtiya navxweyî ya Kurdan bibe wesîle."
'YA DIKEVE SER MILÊ ME, DESTEKKIRINA ROJAVA YE'
Der barê Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de Emîn got, "Gelê Rojava di wergirtina biryarên xwe de azad e. Federasyonê, kantonan îlan dikin, yan jî dewletê dixwazin, ev biryara wan e. Ya ku dikeve ser milê me, cihgirtina li cem wan e, destekkirina wan e." Serokê Koma Yekgirtû Îslamî Kurdistan ê Parlamenta Iraqê Dr. Mûsena Emîn di dewama axaftina xwe de got, "Alîkariya ji bo gelê Rojava erka siyasî, exlaqî û neteweyî ya hikûmet û gelê Başûrê Kurdistanê ye. Dema deriyê sînorê Sêmalka vebe, em ê pê kêfxweş bin. Divê derî vekirî be."