'Ruhê Heqiyan îro li Kurdistanê dijî'
Endamê Konseya Leşkerî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Dogan Botan li ser girîngiya meha Gulanê ji bo tevgera Kurd, pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ANF re, axivî.
Endamê Konseya Leşkerî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Dogan Botan li ser girîngiya meha Gulanê ji bo tevgera Kurd, pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ANF re, axivî.
Endamê Konseya Leşkerî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Dogan Botan li ser girîngiya meha Gulanê ji bo tevgera Kurd, pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ANF re, axivî. Botan, diyar kir ku meha Gulanê ji bo gelê Kurdistan û Tirkiye wateyeke xwe a girîng heye û got, "Di vê mehêde, gelek kesên pêşengtiya tevgera Azadiya Kurdistanê kirin, jiyana xwe dest dane û îro jî bi şopdariya van kesayetên pêşeng meşa azadiyê û têkoşîneke bê hempa didome."
Botan bi boneya salvegera 18’ê Gulanê, di şexsê şehîd Hekî Karer de, hemû şehîdên meha Gulanê bibîranîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di meha Gulanê de, pir hevalên me yên pêşeng, qehreman şehît ketin. Wek hevalê Mehmet Karasungur, her çar hevalên zîndana Amedê de, çalakî kirî, Hevala Mizgîn li Garzan’ê şehît ketî, dîsa Şehîdê me yê mezin şehîd Heqî Karer û hemû şehîdên din em bibîrtînin û bejna xwe ber wan ditewînin. Em rêz û hurmetên xwe ji bo dayikên hêja dişînin. Em careke din dibêjin; 'heta dilopek xwîna me hebe em ê li ser rêya şehîdan bimeşin û têbikoşin. Wefadariyeke bê dawî ya ku di tekoşîna azadiya Kurdistanê de, cih digire em ê lê xwedî derbikevin, her tim girêdana şehîdan û rastiya wan bibin."
'DI NAVA PKK'Ê DE ŞEHADET VEJÎNEKE NÛ YE'
Fermandar Botan, di dewama axaftina xwe de li ser damezrandina tevgera Azadiya Kurdistanê Heqî Karer axivî û anî ziman ku şehîd Haqî Karer di dîroka Kurdistan, PKK û Tirkiyeyê de, roleke girîng lîstiye. Dogan anî ziman ku di nava PKK'ê de, her şahadetek vejîneke nû ye û bi şehadeta Heqî Karer jî tevgera azadiya Kurdistanê PKK hat avakirin. Dogan hinek behsa komploya li ser avakirina PKK'ê Heqî Karer kir û wisa berdewam kir: "Tê zanîn ku şehadeta hevalê Heqî Karer, bi encama komployekê de, çêbû. Ew derdorên hevkariya dewletê dikirin li ser pêşengê me Heqî Karer komplo kirin. Lê tiştê ku ew nezanîn ew e di pişt şehadeta Heqî Karer’de, jiyaneke nû ava bû. Tevgera PKK’ê di encama şehadeta hevalê Heqî Karer de, ava bû."
'ŞOREŞA TIRKIYEYÊ DI ŞOREŞA KURDISTANÊ DIBÎNE'
Botan di axaftina xwe de anî ziman ku li hemberî komploya li dijî Heqî Karer helwestek, îdeolojiyeke nû esas hat girtin. Botan got, "Nêzîkatiya li hemberî şehadeta Heqî Karer wek tolhildana klasîk nebû, wek tolhildanek herî mezin avakirina PKK’ê çêbû. Yanî hem ji bo damezirandina hereketê wesîleyek nû çêdibe hem jî bi şehadeta hevalê Heqî nêzîkatiyeke nû çêdibe li hember şahadetan. Yanî mirov dikare weke felsefeyek nû bigire dest. Di komployê de, hedefgirtina hevalê Heqî Karer, pêwîste mirov derxe zanebûnê. Em jî wek militanên van pêşengan, pêwîste derxin zanebûyînê. 'Çima bi taybetî kesayetên wek hevalê Heqî hedef tê girtin?' pêwîste em lêpirsîn bikin". Botan diyar kir Heqî Karer tevî ku ne Kurd jî bû lê, baweriya wî, heta dawî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şoreşa Kurd hebû. Ew şoreşa Tirkiyeyê di şoreşa Kurdistanê de dibîne.
Botan da xuyakirin, ku bi komploya li hemberî Heqî Karer re xwestin tevgera azadiya Kurdistanê biqedînin û tine bikin. Botan da zanîn, lê tevger tesfiye nebû, berevajî weke vejînek nû tevgera PKK’ê ava kir û wisa dewam kir: "Bêguman em çiqasî behsa hevalê Heqî bikin kêm dimîne. Hevalên ku pê re mane behsa dilnizimî, bêhesap tevlîkirina jiyanê û xizmetkirina wî dikin û tînin ziman. Van teybetmendiyên wî em ji xwe re jî mînak digirin ku em di rêya wî de, bimeşin.”
'TEVGERA PKK'Ê TEVGERA ŞEHÎDAN E'
Fermandar Dogan Botan di dewama nirxandinên xwe de diyar kir, ku damezirandina tevgera azadiya Kurdistanê weke wefadariyek ji bo şehîdan e. Botan got, "Weke tolhildana hevalê mezin, şehîdê mezin hevalê Heqî hatiye damezirandin. Ji bo wê PKK tevgera şehîdan e. Em jî wek şervanek tevgerê xwe şopdarên van hevalan dibînin. Pêwiste bê zanîn ku PKK’ê tevgerek şehîdan e, çiqasî girêdanbûyîna şehîdan çêbibe ewqas wê rastiya xwe jiyankirin jî çêbibe. Pewîste em bizanin ku me çiqas rastiya şehidên xwe dan jiyîn ewqas em ê rastiya xwe bidin jiyîn. Eger em çiqas ji vê rastiyê dûr bikevin ewqas em ê ji rastiya tevgera xwe dûr bikevin.”
'RUHÊ HEQIYAN ÎRO LI KURDISTANÊ DIJÎ'
Botan li ser pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û êrîşên AKP jî nirxandin kirin û wiha dirêjahî da axaftina xwe: "Ji 24’ê Tîrmehê heta roja me ya îro pêvajoyek gelek girîng destpê kiriye. AKP li ser gelê Kurd pêleke faşîzane dimeşîne. Dewleta Tirk û AKP’ê bi şerê taybet û çapemeniya hewuz a dîlgirtî dixwaze binketina xwe veşêre. Lê bi ruhê Heqiyan berxwedanek dîrokî dimeşe." Botan, axaftina xwe wisa berdewam kir: "Ev êrîşên li gelê me tên kirin, li ser esasê gelekî tine hesap kirin, tinekirinê destpê kir û heta kêliya em tê de ne didome. Di vê serdema girîng de, komkujiyên li ser gelê me hatin meşandin hene. Bi taybetî li Sûr, Cizîr, Hezexê komkujî hat kirin. Gelê me jî li hember van êrîşan berxwedanek fedaiyane nîşan dide. Ji aliyê gelê me ve, berxwedayinek dîrokî meşiya û di heman demê de, derbeyên giran jî li dewleta AKP hate xistin."
Botan di vê dema dîrokî de, li ser rol û pêşengtiya YPS’ê û YPS’ê Jin jî sekînî û wiha berdewam kir: "Berxwedana dîrokî a li Bakurê Kurdistanê derkete holê êrîşên AKP’ê yên li ser gel pûçbûn û hatin têkbirin. Ruhê li Şirnex, Nisêbîn, Sûr, Cizîrê derket holê rastiya Tevgera PKK’ê ya ruhê Heqî Karer temsîl dike. Ev nêzî 50 roj in bi ruhekî fedaî li Bakurê Kurdistanê berxwedan tê nîşandan. Ev ruhê berxwedanê ye. Ev ruh heta ku hebe em ê her tim serketinê bidestbixin. Di roja me de, pêşeng û qehreman dana jiyankirin, Rêberên şoreşê esas girtin û temsîl wan kirin pêwîste. Li hember êrîşên dagirkeran viya kirin ruhekî şoreşgertiyê ye."
'BI RUHÊ ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ BER BI SERKETINÊ VE'
Fermandarê HPG’ê Dogan Botan anî ziman ku bi ruhê kesên di meha Gulanê de, jiyana xwe dest dane ew ê bigihîjin serketinê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi ruhê Heval Heqî, Mizgîn, Eşref, Necmî, Ferhat, Mahmût, Îbrahîm Kaypakkaya û hwd, têkoşîna îro berdewam kirin, wê me bibe serketinê."
Botan di dawiya axaftina xwe de, bang li gelê Kurd û ên li Tirkiyê kir ku xwedî li têkoşînê derbikevin û dest bidin destê hev û wiha got: "Bila gelê Kurdistan û Tirkiyê ji şoreşê bawer bin û pêş bixînin. Şoreşa me gavên girîng davêje. Destketî û peşketinên şoreşa azadiya Kurdistanê li Rojava, Bakur, Başûr, Mexmûr li pêş çav e. Bandora tevgera azadiya Kurdistanê li Rojhilata navîn de, li pêş çavan e. Ji ber wê em dibêjin, şoreşeke wisa her çar lingên xwe saxlem kiriye, destketiyên dîrokî bi dest xistiye. Û ber bi serketinê ve diçe. Pêwîste gelê me guh nede şerê taybet ê dewleta AKP’ê û bawer neke. Ew propagandayên li ser Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn dike û dibêje ku em xelaskirine ev nerastin û ev propagandayek dijbere, ti carî serneketine û sernakevin jî. Pêwîste gelê me jî bi vê zanebûnê tevbigere. Em careke din şehîdên xwe yên mezin bibîr tînin. Û soza xwe dubare dikin, em ê heta dawî bîranîna şehîdên xwe yên mezin ve girêdayî bimînin."