Li Şirnexê şer û tevgera ambûlansan

Li Şirnexê duh heta danê sibehê şer qewimî. Di navbera herêmên şer û Nexweşxaneya Dewletê û 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor de liv û tevgera ambûlansan qet kêm nebû.

Li Şirnexê, ku berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê di roja 65. de ye, bomberdûman û şer dewam dike. Di bomberdûmana duh danê êvarê ya li hemberî taxên Yenîmahalleh û Bahçelîevlerê de gelek xanî hedef hatin girtin. Gelek xaniyên bûn hedefa obusan şewitîn. Bi saetan dû bi ser van xaniyan ket.

Tevî bomberdûmanê, li taxên Yenîmahalle, Bahçelîevler, Cûmhûriyet û Aydinlikevlerê şerekî dijwar qewimî.

GULE LI TAXAN TÊN REŞANDIN

Li Yenîmahalleyê bi şev heta danê sibehê şer qewimî. Ber destê sibehê jî li hemberî taxên Cûmhûriyet û Bahçelîevlerê bomberdûmaneke giran destpê kir. Tevî vê bomberdûmanê maşînên zirxî yên li derdora van taxan bi cih bûne, guleyan li taxan direşînin.

Ji êvarê heta danê sibehê di navbera herêmên şer, Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor ambûlans di nava tevgerê de bûn.

LEŞKERÊN NÛ TÊN ŞANDIN

Li herêmên bejahî û li ser bajêr, balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopter digerin. Nîvê şevê bi dehan maşînên zirxî leşkerên nû hatin veguhastin.

Li bajarê ku êrîş lê dewam dike, çeteyên Qesrê li maşînên zirxî jî li sirûdên nîjadperestî dixin.