Ji TKP/ML TÎKKO daxuyaniya 18'ê Gulanê
Fermandariya TKP/ML TÎKKO ya Rojava mesajek şand ajansa me û di şexsê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Çaran de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî.

Mesaj bi vî rengî ye:
"18'ê Gulanê roja çirandina tarîtiyê û belavkirina agirê azadiyê li her derê ye. Roja têkoşîna bi dil û can jîndarkirina xeyalên azadî û rizgariyê ye. Di nava tarîtiya herî dijwar de navê xwedîderketina li rizgarî û azadiyê, roja mezinkirina berxwedanê ye.
18'ê Gulanê rêya rasteqîn a meşa bi xeyal û armancên azadiyê ye. Wan nîşan dan, ku eger di rêya ronahiyê de bi biryardarî têkoşîn bê meşandin, wê navendên mêtîngeriyê ji hev bên xistin û kelehên zilmê bên hilweşandin. Eger xwedî li xeyal û armancên wan bê derketin, wê emperyalîzm-feodalîzm û paşverûtiya bi her rengî, werin têkbirin.
Ne zîndanan ne jî betonên zilmê karîbûn bi xeyalên azadiyê yên şehîdên 18'ê Gulanê.
Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Çar Şitlên Azadiyê wê di hiş û wijdanê kedkar û bindestan de, di xeyalên azadiyê de her tim bijîn. Rêberê me yê nemir hevrê Kaypakkaya di hişê me yê rizgariyê de, di devê tivinga me ya azadiyê de wê her tim bijî.
Di vê roja ku em şehîdên 18'ê Gulanê bibîr tînin de, em soz didin ku bi biryardarî em ê li ser şopa wan a berxwedanê bimeşin û şerê şoreşgerî bi biryardarî bimeşînin.
Biryardarî û berxwedana Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Çaran, xeta herî pêşverû ye.
Sond û peyman e, em ê têkoşîna we bimeşînin.
Şehîdên 18'ê Gulanê namirin."