RTUK'ê ekranê Ozgur Gun TV tarî kir
Ji ber cezayê sekinandina weşana rojekê, ekranê Ozgur Gun TV ji aliyê RTUK'ê ve hat tarîkirin.
Ji ber cezayê sekinandina weşana rojekê, ekranê Ozgur Gun TV ji aliyê RTUK'ê ve hat tarîkirin.
Ji ber cezayê sekinandina weşana rojekê, ekranê Ozgur Gun TV ji aliyê RTUK'ê ve hat tarîkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, di 5'ê Tebaxê de bi rêya telefonê tevlî bulçeya nûçeyan a Ozgur Gun TV bûbû û li ser qetilkirina 2 siyasetmedarên Kurd ên jin ên li Silopiyayê axivî bû.
Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), têkildarî mijarê lêpirsîn da destpêkirin. Di encama vê lêkolînê de raporek hat amadekirin. Di vê raporê de hat îdîakirin ku benda yekemîn a xala 8. a Qanûna bi hejmara 6112'an; 'li gorî cudahiya nîjad, ziman, ol, zayend, çîn, herêm û mezhebê nikare civakê tehrîkî kîn û dijminatiyê bike yan jî nikare di nava civakê de rê li ber hêstên nefretê veke' hatiye binpêkirin.
Li ser vê yekê, endamên desteyê roja 10'ê Kanûnê li hev civiyan û li gorî biryara di vê civînê d hat girtin, cezayê sekinandina rojekê ya weşanê li televîzyonê hat birîn.
Ev ceza jî ji îro danê êvarê saet 18:00 û pê ve ket meriyetê û wê 24 saetan ekranên Ozgur Gun TV bi vî rengî tarî bimîne.