PAJK'ê şehîdên 18'ê Gulanê bibîr anî
Koordînasyona PAJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, Hakî Karer ê di 18'ê Gulanê de şehîd ket, Halîl Çavgûn, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên di meha Gulanê de şehîd ketin bibîr anî.
Koordînasyona PAJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, Hakî Karer ê di 18'ê Gulanê de şehîd ket, Halîl Çavgûn, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên di meha Gulanê de şehîd ketin bibîr anî.
Koordînasyona PAJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, Hakî Karer ê di 18'ê Gulanê de şehîd ket, Halîl Çavgûn, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên di meha Gulanê de şehîd ketin bibîr anî.
Di daxuyaniya PAJK'ê de di şexsê Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Hozan Mizgîn, Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Leyla Qasim, Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz, Yûsûf, Huseyînan, Hakî Amed, Azad Sîser û Çekdar Amed de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku PKK partiyeke şehîdan e û hat gotin, "Rastiya xwe di şexsê şehîdan de vedibêje û her şehîd jî PKK bi xwe ye. Rêber Apo her gavê işaret bi vê rastiyê kir û nîşanî her kesî da ku bi pêngavên mezin dikare bersiv ji rastiya şehadetê ya li nava PKK'ê re bê dayîn."
Koordînasyonê diyar kir, rastiya şehîdan her tim bi şoerşê re di zikhev de meşiya û wiha dewam kir: "Gelek pêvajoyên girîng ên têkoşînê, gelek serdemên pêngavî bi sekna milîtanî ya hevrêyên şehîd ketin, gihaştin serketinê. Gelek hevrê bi fedaî bi ser dijmin de çûn, di vê oxirê de canê xwe feda kirin û vê yekê rêveçûna têkoşînê guherand. Bi hezaran şehîdên me ku bûn sembola her pêvajoya girîng û mora xwe li her serdemê xistin, asta milîtaniyê ya nava tevgera me nîşan dan.
Ev şehadet di heman demê de bersiva herî mezin a li hemberî hovîtî, faşîstî û qetlîamkeriya dijmin bû û ev bersiv hînê tê dayîn. Şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên me, li dijî dijmin û zilma li dijî mirovahiyê, tên wateya parastina rûmeta mirovahiyê. Ruhê lehengiyê yê hevrêyên mey ên şehîd, nûnerê herî mezin ê israra azadiyê ye. Ev ruh û biryardarî îro li Kurdistanê gelekî zindî ye. Di serî de li Bakurê Kurdistanê îro li gelemperiya Kurdistanê têkoşîneke ji bo mirovahiyê ya bê eman tê meşandin. Sekna li hemberî êrîşên qirkirinê û çalakiyên serketî yên gerîla nîşan didin, ku zext û zilm di kîjan astê de bê kirin jî, gelê Kurd wê bi ti awayî ji azadiyê venegere. Ev ruh ruhê azadiyê yê 18'ê Gulanê ye, her tim şîn dibe û zindî ye. Parçeyekî heqîqetê ye ku dijmin ti carî nikare têk bibe."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ya ku îro li Gever, Nisêbîn, Cizîr, Sûr, Hezexê têkoşînê geş dike û bi pêşengiya gerîlayên Kurdistanê û YPS/YPS Jinê şerê parastina hebûn û nasnameyê dimeşîne heman ruh e û hat gotin, "Em coşa berxwedanê ya li Enqere, Stenbo, Manîsa, Çinar, Çelê, Gîresûn, Gumuşhane, Dersîm, navenda Amedê, Oremarê li dijî dijmin çalakî pêk aniye, silav dikin."
Koordînasyona Giştî ya PAJK'ê got, "Di şexsê şehîdên Gulanê de hemû şehîdên me timî bûn pêşengên me û ji niha û pê ve jî wê bibin pêşengên me. Weke pêşengên têkoşînê gerîlayên jin, em ê bi pratîka xwe ve her tim dilsozê wan bin û bibin bersiv ji biryardariya wan re."