YPS: Bombeyên qazanan bi helîkopteran datînin herêma şer
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, hêzên dewleta Tirk bombeyên qazanan bi werîsên ji pola bi helîkopteran ve girê didin û li herêmên şer datînin.

Di daxuyaniya YPS'ê ya li ser mijarê de ev agahî hatin dayîn:
NISÊBÎN
"Roja 16'ê Gulanê, polîsên tîmên taybet dema ji aliyê Weysîka ve hewl didan bikevin nava taxê, bûn hedefa yekîneyên me. Di encama lêdana bi çekên ferdî de polîsekî tîmên taybet hat kuştin.
Bomberdûmana li hemberî taxan bi dijwarî dewam dike. Li Nisêbînê, çeteyên Qesrê qazanên bombeyan bi werîsên ji pola bi helîkopterên Skorsky datînin qada şer.
ŞIRNEX
Roja 15'ê Gulanê, li hemberî maşîneke zirxî ya Kobra û tankek hewl didan bikevin nava taxa Cûmhûriyetê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiya yekîneyên me de maşîna zirxî ya bi tîpa Kobra îmha bû, tankê jî derb xwar û ji neçarî xwe vekişand.
Di 16'ê Gulanê de, maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra xwest bikeve nava taxa Cûmhûriyetê. Di vê kêliyê de, yekîneyên me bi çekên giran derb lê dan. Şerê li herêmê dewam dike. Agahiyên berfireh wê piştre bên parvekirin. Her wiha maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra ya dixwest bikeve nva taxê, bû hedefa çalakiya bi çekên giran û derb lê hat xistin. Di encama van derban de çeka li ser maşîna zirxî îmha bû û maşîna zirxî xwe vekişand. Danê nîvro jî li hemberî maşîna dixwest ji aliyê emniyeta berê ve bikeve nava taxê, çalakiyeke sabotajê pêk hat. Di encamê ev maşîna zirxî îmha bû. Piştre komek ji polîs û leşkerên tîmên taybet xwestin bikeve nava taxê. Yekîneyên me bi çekên giran û ferdî li van dan. Hejmara kuştî birîndarên leşker û polîsan nehat zelalkirin."