Şerîk: Em şopdarên şehîdên meha Gulanê ne
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, hemû şehîdên şoreşê yên di meha Gulanê de tevlî karwanê nemiran bû bibîr anî.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, hemû şehîdên şoreşê yên di meha Gulanê de tevlî karwanê nemiran bû bibîr anî.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, hemû şehîdên şoreşê yên di meha Gulanê de tevlî karwanê nemiran bû bibîr anî.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê ji ajansa me re axivî û got, "Em salvegereke din a şehadeta şervanê mezin ê enternasyonalîst Hakî Karer pêşwazî dikin. Di heman demê de salvegera şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya ye. Her wiha salvegera şehadeta pêşengên şoreşger Halîl Çavgûn, Ferhat Kûrtay û hevalên wî ye. Bi vê wesîleyê, di şexsê van şehîdan de ez hemû şehîdên meha Gulan bi rêzdarî bibîr tînim."
Şerîk da xuyakirin, ku di roja îro de gelên Kurdistan û Tirkiye ji bo avakirina têkoşîneke şoreşger a hevpar helwestê nîşan didin û got, "Hêzên şoreşger, demokratîk û sosyalîst ên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî vê yekê dibînin û li gorî wê tevdigerin. Di vê çarçoveyê de biryaran werdigirin. Ji bo biryarên xwe pêk bînin, di nava têkoşîn û hewldanan de ne."
TŞYG BERSIVA JI BO ŞEHADETAN E
Şerîk da zanîn, ku di vî warî de hin gavên şênber hatine avêtin û got, "Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) di vî warî de gaveke şênber e. Ev yek di heman demê de tê wateya bersivek ji bo bîranînên Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya. Tevî vê yekê, hêzên azadî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, hewl didin bloka aştî, azadî û demokrasiyê ava bikin. Ev yek di heman demê de bersiva herî watedar a ji bo bîranîna van şehîdên mezin e. Bêguman bersiva ji bo bîranîna şehîdan divê bi van gavan re bi sînor nemîne. Pêwîste li her qada jiyanê têkoşîn bê meşandin. Bendewariya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ji pêşengên şoreşger ev e."
'TÊKOŞÎN WÊ BI SER BIKEVE'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk di dawiya axaftina xwe de got, "Yên di meha Gulanê de şehîd ketin, her tim bi vê zanîbûn; Di kêliya ku bi qetilkirinê re hewl tê dayîn teslîm werin girtin de, wê hevrêyên wan vê têkoşînê bidomînin. Ji ber vê bîr û baweriyê, dema ber bi şehadetê ve çûn, ti carî li paş xwe nenihêrîn. Timî bawer dikin ku şopdarên wan, wê têkoşînê bidomînin. Û weke şopdarên wan, erka me ye ku em vê têkoşîna wan ji me re hiştine, bi ser bixînin. Li ser vê bingehê, di şexsê şehîdên meha Gulanê de em careke din hemû şehîdan bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin."