Cenazeyê Remziye Bor şandin Geverê

Cenazeyê Remziye Bor a li Wanê ji aliyê polîsan ve bi giranî hate birîndarkirin û îro jiyana xwe ji dest da, şandin Geverê.

Cenazeyê Remziye Bor a li Wanê ji aliyê polîsan ve bi giranî hate birîndarkirin û îro jiyana xwe ji dest da, şandin Geverê.

Li Wanê di 19’ê Nîsanê de polîsan li Taxa Xaçortê bi ser malekê de girtin û di ecama gulereşandinê de Remziye Bor bi giranî birîndar bibû. Bor a rakiribûn nexweşxaneyê, îro jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Remziye Bor bi awayekî girseyî ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi navçeya Gever a Colemrêgê ve hat birêkirin.

Hevseroka DBP’ê Nazmiye Acar, Metîn Kutaz, Hevserokên HDP’ê yê bajarê Wanê Yakûp Ataş, Gulistan Orhan, KJA û Dayîkên Aştiyê û Aktivîst jî di nav de girseyeke qelebalix cenazeyê Bor ji morga Nexweşxaneyê girt.

Di dema wergirtina cenaze de Hevseroka MEYA-DER a Wanê Nerîman Ûrar daxuyaniyek da û bibîr xist ku dema Hz. Mûhammed diçû şer ferman da ku dest nedin jin û zarokan. Ûrar diyar kir ên ku nimêjê dikin, rojiyê digirin û îdîa dikin ku Misilmanin jinên ducanî qetil dikin. Ûrar banga hestyariyê li her kesî kir.

Piştî daxuyaniyê cenazeyê Bor ber bi Geverê ve hat birêkirin.

...