Çeteyên Qesrê li Şirnexê malan dişewitînin

Çeteyên Qesrê, li Şirnexê bi strana "Dombra" ya li ser Erdogan hat gotin, malên ku bomberdûman dikin yek bi yek hildiweşînin.

Çeteyên Qesrê, li Şirnexê bi strana "Dombra" ya li ser Erdogan hat gotin, malên ku bomberdûman dikin yek bi yek hildiweşînin.

Li Şirnexê ev 64 roj in hêzên dewletê bi tank, top û obûsan bê navber bomberdûman dikin, malan hildiweşînin. Qereqola Gumuştepe ya weke baregeha tîmên taybet tê zanîn bi obusan malên Taxa Yenî yek bi yek hildiwşînin.

Balkêş e êrîşa bi obusan li ber strana "Dombra" ya ji bo Erdogan hat gotin, tê krin. Erdogan di gelek axaftinê xwe de ferman dabû ku ji dûr ve malan bombe bikin û hilweşînin.