YNK û Tevgera Goran bi merasîmekê peymana xwe eşkere kirin

Peymana navbera YNK û Tevgera Goran, li Otela Şarê Ciwan a Silêmaniyeyê bi merasîmekê hat eşkerekirin.

Li Silêmaniyê vê êvarê saet di 18:00 de li Salona Otela Şarê Ciwan, peymana îro di navbera YNK û Tevgeran de hat îmzekirin, bi merasîmekê hat eşkerekirin. Di meresîmê de Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Koret Resul Elî û bi dehan endamên polîtburoya her du partiyan û nûnerên partiyên din ên Herêma Kurdistanê amade bûn. Di merasîmê de lihevkirina di navbera herdu partiyan de hat xwendin.

Piştre jî Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa axivî û got: "Herêma Kurdistanê rastî komelek krîzên siyasî û aborî hatiye. Ev lihevkirin ji bo dadweriya civakê pêk hatiye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêk hatiye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên, aborî, parwerde, dadwerî û siyasî pêk hatiye. Ev lihevkirin ji bo rêxistinkirina mala gelê Kurd e. Naveroka li hevkirinê li gorî daxwaza xelkê Herêma Kurdistanê ye û ji bo vê yekê girînge."
 
Piştî Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, Cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Koret Resul Elî mafê axaftinê wergirt û lihevkirina di nava her du partiyan de pêk hatî li hev du partiyan û her kesî  pîroz kir.
 
'ÎRO ROJEKE DÎROKÎ YE'

Piştre jî Endamê Polîtburaya YNK'ê Seedî Ehmed Pîre û Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî li ser navê her du partiyan civîna çapemeniyê li darxistin.
 
Di serî de Endamê Polîtburaya  YNK'ê Seedî Ehmed Pîre axivî û destnîşan kir ku îro rojek dîrokî ye û wiha destnîşan kir; "Îro rojeke dîrokî ye. Vê lihevkirinê ji sala 2012'an ve destpê kir, lê ji ber ku Mam Celal nexweş ket, wiha dewam kir. Di rastî de, ev lihevkirin pêngaveke dîrokî ye. Li Herêma Kurdistanê îro krîza aborî û siyasî berdewam dike. Ev lihevkirin ji bo rêxistinkirina mala Kurd û lihev nêzîkirina aliyê siyasî ye. Dîsa nehiştina krîzên li Herêma Kurdistanê hene. Ez spasiyê li hemû aliyên siyasî û aligirên YNK û Tevgera Goran dikim."
 
'LIHEVKIRIN, BERNAMEYEKE STRATEJÎK A KURDISTANÎ YE'

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî diyar kir ku lihevkirin bernameyeke stratejîk a Kurdistanî ye û got, daxwaza xelkê Kurdistanê ye û ji bo yekbûna mala gelê Kurd e.

...