Taxên Nisêbînê bi şev hatin bombekirin

Li Nisêbînê, ku şer lê giran e duh bi şev bombe li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê hatin barandin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, "qedexeya derketina derve" ya di 14'ê Adarê de hat ragihandin, ev 66 roj in bênavber dewam dike.

Ji roja destpêkê ve şerekî dijwar li navçeyê diqewime. Heta niha zêdeyî 100 polîs û leşkerên tîmên taybet hatin kuştin. Çeteyên Qesrê tevî hemû êrîşên xwe yên bi çekên giran, tank û topan, nikarin bikevin taxekê jî. Li navçeya ku bi mehan e êrîş lê tê kirin, duh êvarê 16 çeteyên Qesrê bi giranî birîndar bûn. Taxên Yenîşehîr, Dîcle, Firat û Abdulkadîrpaşa ji aliyê bi dehan maşînên zirxî ve hatin dorpêçkirin û bombe li wan hatin barandin.

Maşînên zirxî yên li aliyê nexweşxaneya berê û li ser Rêya Îpekê bi cih bûne, top û obusan davêjin taxên berxwedanê. Li kolanên Çaxçax, Şîrîn û Kanaryayê jî şerekî dijwar qewimî. Vî şerî heta ber destê sibehê dewam kir.