Ji gerîlayan çalakiya li hemberî qereqola Xerxol a Berwariyê

HPG'ê diyar kir, roja 16'ê Gulanê li hemberî qereqola Xerxol a li navçeya Sêrt Berwariyê çalakiyeke bi bandor hatiye lidarxistin.

HPG'ê diyar kir, roja 16'ê Gulanê li hemberî qereqola Xerxol a li navçeya Sêrt Berwariyê çalakiyeke bi bandor hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser çalakiyê gerîla û êrîşên artêşa Tirk de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 16'ê Gulanê saet di navbera 10:30-16:30 de hêzên me yên gerîla, li hemberî 2 kepçeyên rê li derdora girê Leylek ê li navçeya Colemêrg Geverê çêdikirin, bi çekên giran çalakî pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt Tepê Sor û Tepê Doçka.

16'ê Gulanê saet di 14:30 de, li hemberî TIR'ek û vînçek artêşa TC a li derdora girê Şehîd Kendal ê li navçeya Colemêrg Qilabanê rê çêdikirin, hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakî lidar xistin û encamê de ev karê çêkirina rê hat sekinandin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ QEREQOLA XERXOLÊ

Saet di 16:00 ê 16'ê Gulanê, li hemberî Qereqola Xerxol a navçeya Sêrt Berwariyê çalakiyeke bi bandor hatiye kirin. Di çalakiyê de girên li jora qereqolê û leşkerên li vê herêmê hedef hatin girtin. Di çalakiyê de derb li panzerekê hat xistin. Li ser kuştî û birîndarên leşkeran agahî bi dest neketin.

LI HAWÊLÊ 4 POLÎS HATIN KUŞTIN

Roja 13'ê Gulanê, li derdora navçeya Sêrt Hawêlê, komek ji gerîlayên me dema bi erka xwe radibûn rastî polîsan hatin û li vê derê şer derket. Di şer de 4 polîs hatin kuştin. Li hemberî hêzên weke teqwiye hatin şer ji nû ve qewimî û bi qasî hatiye tespîtkirin, berbazek birîndar bûye. Di vî şerî de gerîlayê me yê bi navê Xemgîn şehîd ket. Liv û tevgera dijmin a li vê herêmê bi rêbaza operasyoneke girştî dewam dike. Agahiyên nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye bi vî rengî ne:

Nasnav: Xemgîn Wan
Nav paşnav: Mehmet Çelîk
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Reyhan-Gurgîn
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Gulana 2016 / Sêrt

BOMBE LI QADÊN GERÎLA HATIN BARANDIN

Roja 16'ê Gulanê saet di navbera 15:00-16:00 û 23:00-00:30 de, balafirên şer ên artêşa TC bombe li girên Şehîd Mazlûm, Şehîd Şoreş û Heqarî yên herêma Metîna barandin.

16'ê Gulanê saet di navbera 23:00-00:00 de balafirên şer bombe li qada Gundê Filleha ya li herêma Zapêbarandin. Di heman demê de Dola Bisvingê ya li herêma Heftanînê ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirn.

7 HEVRÊYÊN ME BERXWEDANEKE MEZIN NÎŞAN DAN

Partiya me PKK ku di oxira doza azadiya Kurdistanê de her roj berdêlên mezin dide û dîrokek ji wêrekî û fedekariyê dinivîsîne, şehîdên 18'ê Gulanê bibîr tînin. Di vê oxirê de di şerê bexwedana mezin a roja 13'ê Gulanê li girê Şehîd Gafûr ê herêma Oremar a navçeya Colemêrg Geverê destpê kir de 7 hevrêyên leheng şehîd da.

Hevalên Huseyîn, Kamûran, Karker, Ronî, Siyabend, Şahan û Xebat, bûn abîdeyên meşa lehengiyê ya vê fedekariyê. Hevrêyên Ronî Zagros û Şahan Westan ên di 14'ê Gulanê de bi ruhê fedaî yê Apoyî li Oremarê derb li dijmin xistin, ketin nava dilê artêşa TC, ketin nava yekîneyên dijmin ên li ser gir û mêtîngerî di dilê wê de fetih kirine. Em bi rêzdarî şehîdên Oremarê yên bi şiyara Rêberê Azad, Kurdistana Azad sala têkoşînê ya 2016'an pêşwazî kirin silav dikin û dibêjin, em ê dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan ve, bi serketinê nîşan bidin.

Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine bi vî rengî ne:

Nasnav: Huseyîn Mahîr
Nav paşnav: Resûl Yilmaz Okûr
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navên dayik û bav: Bedîha-Sıddık
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar

Nasnav: Kamûran Gever
Nav paşnav: Mehmet Çiçga
Cihe ji dayikbûnê. Colemêrg
Navên dayik û bav: Halîme-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar

Nasnav: Karker Çelê
Nav paşnav: Fûrkan Ozer
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Ayfer-Îsmet
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar

Nasnav: Ronî Zagros
Nav paşnav: Fetûllah Ertûş
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Şîrîn-Tahsîn
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar

Nasnav: Siyabend Gimgim
Nav paşnav: Atîlla Şahîn
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navên dayik û bav: Esmaperî-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar

Nasnav: Şahan Westan
Nav paşnav: Mehmet Coşkûn
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Dilşah-Mehmet Selîm
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar

Nasnav: Xebat Kanîreş
Nav paşnav: Zaîm Avci
Cihê ji dayikbûnê: Çewlik
Navên dayik û bav: Feleknas-Saîm
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar"

...