BI DÎMEN

Li Rihayê avahiya dîrokî li pêş çavan tine dibe

Li Rihayê, avahiya dîrokî ya weke "Textê Nemrûd-Gora Nemrûd" tê naskirin û tê exmînkirin di salên 5000-3000 ên Beriya Zayînê hatiye avakirin, ji ber xemsariyê ji holê radibe.

AKP a ku ji destpêka desthilatdariya xwe ve li gelemperiya welêt bi taybetî li bajarên Kurdistanê hemû cih û avahiyên dÎrokî yek bi yek bi bendavan tine dike û bi destê TOKÎ qadên jiyanê dike beton, di çarçoveya rant û sermayeyê de polîtîkayê dimeşîne. Avahiya dîrokî ya li ser rêze çiyayên ji rojava heta başûrê Rihayê ye, li gorî hin kesan weke "Textê Nemrûd", li gorî hin mirovan weke "Gora Nemrûd" tê zanîn, ji ber van polîtîkayên jêxwarin û sermayeyê yên AKP'ê, bûye qurbanê xemsariyê û li ber tinebûnê ye.

AVAHIYA DÎROKÎ WEKE AXURÊ TÊ BIKARANÎN

Ev avahiya dîrokî li cihekî nêzî navenda bajêr e, ku bi qasî nîv saetê dûr e. Ev yek jî nîşan dide ku ev xemsarî bi zanebûn tê kirin. Di heman demê de niyeta saziyên pêwendîdar ên li gorî polîtîkayên AKP'ê tevdigerin, radixe pêş çavan. Ev avahiya her roj ji aliyê gelek kesan ve tê ziyaretkirin, tevî ku bi ti awayî restorasyon lê nehatiye kirin jî, hewl dide li ser piyan bimîne. Di heman demê de nêzîkatiya şivanên li herêmê ya li vê avahiyê jî radixe pêş çavan bê xemsarî di kîjan astê de ye. Ji ber xemsariyê, şivanên li herêmê vê derê weke axurê bi kar tînin.

BERSIV JI GILÎ Û SERLÊDANAN RE NEHATIYE DAYÎN

Ev cihê dîrokî gelek caran bû hedefa hin kesên li zêran digeriyan û ji ber vê yekê jî gelekî xisar dît. Di rewşa heyî de hema hema li ber tinebûnê ye. Ji bo parastin û restorasyona avahiya dîrokî heta niha ti biryar nehatiye standin. Mirovên tên serdanê dixwazin xwedî li vê avahiya dîrokî bê derketin. Tevî ku her roj serî li saziyên pêwendîdar didin û gilî dikin, heta niha ti daxuyaniyê di vê der barê de ji saziyan nehatiye. Arkeolog dibêjin, eger di demeke kin de xwedî lê neyê derketin, wê ev avahiya dîrokî tine bibe. Arkeolog destnîşan dikin, ku divê derhal tedbîrên pêwîst bên girtin û restorasyona wê bê kirin.

KESÊN TÊN ZIYARETÊ, NERAZÎBÛNÊ NÎŞANÎ XEMSARIYÊ DIDIN

Ev avahiya dîrokî ya "Gora Nemrûd" an jî "Textê Nemrûd" li deşteke fireh li nava tehtan hatiye çêkirin. Kesên tên serdana vê derê, nerazîbûnê nîşanî xemsariyê didin. Mirov ji bo vê derê ziyaret bikin neçar dimînin di rêyên nexweş û cihekî veguheriye sergo re derbas bibin. Ev avahiya ku 5000-3000 Beriya Zayînê hatiye avakirin, roj bi roj xera û tine dibe.

'JI BO SERERASTKIRINÊ, KAREKÎ EM DIKIN NÎNE'

Avahiya dîrokî ya bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye, sererastkirina wê di rojeva Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajarê Rihayê de nîne. Midûriyetê di vê der barê de ji me re ragihand, ku ti karekî wan ê ji bo sererastkirina vê avahiyê nîne.

...