KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Malpera DÎHA'yê cara 40. hat astengkirin
Serokatiya Ragihandin û Telekomunîkasyonê (TÎB) cara 40. weşana malpera DÎHA'yê asteng kir. -
Keça şehîd, Peyman sê salî ye
Bîst roj berî alî Huso (Erdal) tevlî nava refên YPG'ê bibe Peyman ji dayik bû. Bav Erdal dixwaze navê keça wan bibe Peyman. Peyman navê keçeke Kurd e, ku li gundê Gur Huso li dijî çeteyan bi lehengî şer kir û şehîd ket. -
'Sûr û hişê civakê tên tinekirin'
Sekreterê Odeya Mîmarên Amedê Mucahît Polat banga xwedîderketina li Sûrê kir û got, "Ya ku Amedê dike Amed Sûr e, çanda xwe ye, gelê li wir dijî ye, avahiyên xwe yên dîrokî ye, kolanên xwe yên teng e." -
'Ji ber Tirkiyeyê can û malên me ne ewle ne'
Gundiyên Binarê Qendîlê dan xuyakirin, ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirkiyeyê, can û malên wan ne ewle ne. -
'Dest nede siberoja min, zarokên min, civaka min'
Rayedarên KCK'ê Rêvan Kobanê û Avaşîn Efrîn dan xuyakirin, ku destdirêjî û destavêtina li zarokan herî zêde li saziyên perwerdeyê yên sîstemê tên kirin û gotin, divê civak bi rengekî rêxistinbûyî li dijî van bûyeran derkeve. -
'18'ê Gulanê manîfestoya berxwedanê ye'
Ji fermandarên MLKP'ê Ferzad Can diyar kir, 18'ê Gulanê manîfestoyeke berxwedanê ye û destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna Îbo û Hakiyan bi ser bixînin. -
Li Şemzînanê hêjmara kuştiyên leşkerên Tirk gihişt 5’an
Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de hêjmara kuştiyên leşkeran gihişt 5’an. -
Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
Di serdegirtinên malan a li navçeya Bazîd a Agiriyê de 3 kesên ku hatibûn binçavkirin bî îdîaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin. -
Li Şemzînanê tevgera balafirên şer
Li Şemzînana piştî teqîna ku herî kêm 4 leşker hatin kuştin, tevgera balefiran şer hene. -
Endamê YPS’ê Kulter hate definkirin
Endamê YPS’ê Abdûllah Kulter ê di berxwedana xwerêveberiya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Avgamasiya hate definkirin. -
Li Xelfetiyê nerazîbûna li dijî şerên Qesr/AKP’ê
Li Xelfetiyê konsepta şerên rejîma Qesrê/AKP’ê hate protestokirin, hat diyarkirin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, li dijî bêhiqûqî û êrîşan heta dawiyê wê têkoşîn bê meşandin.. -
PDK’ê îdîa kir ku wê tifaqa YNK-Goranê ‘nakokiyên hundirîn hê kûrtir bike’
PDK’ê têkîldarî hevpeymana duh a mabeyna YNK û Tevgera Goran hate îmzekirin de daxuyaniyek da, îdîa kir ku wê hevpeyman nakokiyên hundirîn hê kûrtir bike. -
Li Şirnexê şerên giran diqewimin: Wesayîteka din a zirxî hate rûxandin
Li Taxên Bahçelîevler û Yenî dema ku wesayîta zirxî ya Kobra derbas dibû ji aliyê hêzên YPS û YPS-JIN’ê ve hate rûxandin. Mala kû tîmên taybet weke bargeh bi kar tanîn jî dema ku şer qewimîn hate valakirin. -
Şer li Şirnexê bi awayekî giran didomin
Li Şirnexê bi êrîşên obusan ve li 4 taxan şerên dijwar diqewimin, li malên ku hatine şewitandin dû bilind dibe. -
Çeteyên SÛK û ENKS’ê dîsa li Şêx Meqsûdê li zarokan dan
Çeteyên SÛK û ENKS’ê bi fuze, topên cehenemê û çekên giran îro carek din êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin. Di encma êrîşa çeteyan de 1 jê zarok 3 sivîl birîndar bûn. -
Li Şemzînanê çalakî: Herî kêm 4 leşkerên hatin kuştin
Li gor agahiyên destpêkê di çalakiya li dijî leşkerên Tirk ên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê derketine operasyonê de herî kêm 4 leşker hatin kuştin. -
Di êrîşên rejîmê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
4 sivîlên di encama êrîşên hêzên rejîma BAAS’ê ya li dijî bajarê Hesekê yê Rojava de birîndar bibûn, 2’yan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. -
YPS: Li Nisêbîn û Şirnexê 14 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Di çalakiyên li Şirnex û Nisêbînê de 14 çeteyên Qesrê hatin kuştin. Hat ragihandin, liv û tevgera balafirên şer a li Nisêbînê zêde bûye. -
HPG'ê agahiya têkildarî gerîlayekî li Oremarê jiyana xwe ji dest da sererast kir
HPG'ê diyar kir, gerîlayê bi navê Şahan Westan ê duh hat ragihandin jiyana xwe ji dest daye, hatiye tespîtkirin ku jiyana xwe ji dest nedaye. Di daxuyaniyê de hat gotin, gerîla Soner Oktay bi nasnav Gelî Şahan jiyana xwe ji dest daye. -
Gerîlayên li Kerkûkê Şehîdên 18'ê Gulanê bibîr anîn
Li Kerkûkê, Şehîdên 18'ê Gulanê hatin bîranînê. Di çalakiyê de dilsoziya bi şoreşgerên jiyana xwe ji dest dane hat nîşandan û hat ragihandin, ku heta serketinê ew ê têbikoşin. -
Rejîmê êrîşî Hesekê kir: 5 jê hatin kuştin
Şerê di navbera hêzên rejîma Baasê û hêzên Asayîşa Hesekê de rû da, sekinî. Ji hêzên rejîmê kuştî hene. -
Li Nisêbînê berbazekî din hat kuştin
Li Nisêbînê berbazekî din ê artêşa Tirk di şer de hat kuştin. 5 çeteyên Qesrê jî bi giranî birîndar bûn. -
'Heqîqeta şehîdan rêya misoger a serketinê ye'
Gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku ew ê bibin şopdarên şehîdên meha Gulanê û di şexsê Heqî Karer de hemû şehîdên meha Gulanê bibîr anîn. -
Polîsên li Dîgorê komkujî kirin niha li Geverê ne!
Hat gotin, polîsên Tirk ên di sala 1993'an de li Dîgorê komkujî kirin, niha li Geverê li ser kar in. -
Ji Akademiya Şehîd Xebat mezûnên nû
Tevlîbûna li nava refên YPG û YPJ'ê her zêde dibe. 20 jinên perwerdeya xwe ya bingehîn qedandin, mezûn bûn. Her wiha du dewreyên nû yên perwerdeyê jî destpê kirin.