Gerîlayên li Kerkûkê Şehîdên 18'ê Gulanê bibîr anîn
Li Kerkûkê, Şehîdên 18'ê Gulanê hatin bîranînê. Di çalakiyê de dilsoziya bi şoreşgerên jiyana xwe ji dest dane hat nîşandan û hat ragihandin, ku heta serketinê ew ê têbikoşin.
Li Kerkûkê, Şehîdên 18'ê Gulanê hatin bîranînê. Di çalakiyê de dilsoziya bi şoreşgerên jiyana xwe ji dest dane hat nîşandan û hat ragihandin, ku heta serketinê ew ê têbikoşin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li eniya Kerkûkê, bi merasîmeke leşkerî Şehîdên Meha Gulanê bibîr anîn.
Fermandara YJA Starê ya Mexmûr-Kerkûkê Çîgdem Dogû li merasîmê axivî û got, "Di şexsê şehîdên 18'ê Gulanê Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya de, em soz didin hemû şehîdên şoreşê. Em ê dilsozên şehîdan bin û pêşerojeke azad bidin gelê xwe."
Dogû da xuyakirin, ku di têkoşîna PKK'ê de meha herî zêde şehîd lê hatiye dayîn meha Gulanê ye û bibîr xist, ji ber vê yekê weke meha Şehîdan tê qebûlkirin. Dogû diyar kir, di 18'ê Gulana 1973'an de ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya li îşkencexaneyên dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa nîşan daye.
Dogû axaftina xwe wiha dewam kir:
"Ji kadroyên pêşeng ên tevgera me hevrê Hakî Karer û ji kadroyê pêşeng ên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya, ji aliyê faşîzma dewleta Tirk ve di vê mehê de hatin qetilkirin. Hevrê Hakî Karer di 18'ê Gulana 1977'an de hat qetilkirin. Û di 17-18'ê Gulana 1982'an de li zîndana Amedê Çaran çalakiya rûmetê li dijî wehşeta faşîzma Tirk lidar xistin, bedena xwe dan ber agir û şehîd ketin.
Rêberê me, şehadeta hevrê Hakî Karer weke sedemeke bingehîn a avabûna PKK'ê timî pênase dike. Hebûna me gerîla û gel, pêwendiya xwe bi heqîqeta şehadetê û têkoşîna hevalê Hakî ve heye. Piştî şehadeta hevrê Hakî Karer bi deh hezaran şehadet çêbûn. Bi hezaran hevrêyên me şehîd ketin. Garantiya serketina gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, ev şehadet in."
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BI SER BIXÎNIN'
Dogû herî dawî, ji fermandarên HPG'ê Azad Sîser û Çekdar Amed ên di dema dawî de li Amedê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Em ê şopdarê wan bin. Wan di xeta Rêbertiyê de serketina fedaîbûnê afirandin. Weke şopdarên wan em ê jî xwedî li vê xeta serketinê û fedaî derkevin û bi ser bixînin. Bi wesîleya 18'ê Gulanê em soza xwe ya ji bo Rêberê xwe, şehîdên xwe û gelê xwe ji nû ve dubare dikin."