Di êrîşên rejîmê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
4 sivîlên di encama êrîşên hêzên rejîma BAAS’ê ya li dijî bajarê Hesekê yê Rojava de birîndar bibûn, 2’yan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.

2 welatiyên sivîl ên bi guleyên hêzên rêjîmê birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest dan. Hate gotin ku welatiyê bi navê Mihemed Umer Hisên ku li nêzî herêma Sînaa ya Hesekê ji singe xwe ve birîndar bibû, dema gihandin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku Mihemed Umer Husên ji bajarê Amûdê ye û hatibû serdanê. Cenazeyê Husên ji aliyê malbatê ve ji nexweşxaneya Wetanî hate wergirtin û birin bajarê Amûdê.
Zarokekî ku temenê wî 13-14 salî û nasnameya wî nehate zanîn jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarok hê li nexweşxaneyê ye.
Li Hesekê, îro saet 09.00’an hêzên rejîma BAAS’ê êrîşî benda kontrolê ya Asayîşê û welatiyên sivîl kiribûn. Di êrîşê de 4 welatî birîndar bibûn.