'Ji ber Tirkiyeyê can û malên me ne ewle ne'

Gundiyên Binarê Qendîlê dan xuyakirin, ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirkiyeyê, can û malên wan ne ewle ne.

Êrîşên hewayî yên ji 24'ê Tîrmehê û vir ve ji aliyê dewleta Tirk ve li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine kirin, bi giranî bandor li gundiyên li quntara çiyê kirine. Gundiyên Binarê Qendîlê, ku ji ber bomberdûmanê can û malên wan di xeteriyê de ne, nerazîbûn nîşan dan. Gundiyên ku debara xwe bi dehl û rezan dikin, ji ber ku destûra êrîşên hewayî dide û bêdeng e, nerazîbûnê nîşanî hikûmeta Iraqê didin.

'BÊDENG NEMÎNIN, BÊDENGÎ HEVPARIYA VÎ GUNEHÎ YE'

Şemal Şêxan ji gundiyên Binarê Qendîlê ye. Şêxan da xuyakirin, ku Qendîl qada wan a jiyanê ye û ji ber krîza aboriyê ya li bajêr ew neçar man e li gundê xwe bijîn. Şêxan got, "Em nikarin bi dilrehetî li malên xwe, li zeviyên xwe bixebitin. Bi ti awayî jiyana me ewle nîne. Li bajêr di her kêliyê de wesayîteke bombebakirî dikare biteqe. Li gundan jî, çend rojan carekê balafirên şer ên Tirk bombeyan dibarînin. Ji me Kurdan re qadeke jiyanê nahêlin. Ji vê yekê, herî zêde hikûmeta Iraqê berpirsyar e. Bi tenê hebûna kursiyan ji bo wan gelekî girîng e. Me jî dikin qurbanê wan kursiyan. Lê belê divê baş bi vê zanibin; gelê Kurd ti carî xaka xwe neterikand. Ez bang li tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê dikim, ku li pêşberî vê rewşê bêdeng nemînin. Bêdengî hevpariya vî gunehî ye."

Jina bi navê Fatim a tevî zarokên xwe li gund dijî, bal kişand ser tirsa ji ber bomberdûmanê û got, "Zarokên me nikarin bi şev rakevin û timî dil bi tirs in. Niha dema dehl û rezan e. Lê dewleta Tirk li dehl û rezên me dixe. Em nikarin heywanên xwe li deşt û zozanan biçêrînin. Wijdanê vî dijminî nîne, me Zergele ji bîr nekir. Cihê xemgîniyê ye ku hikûmeta Iraqê li hemberî vê tiştekî nake û bêdeng dimîne. Ti bendewariyek me ji hikûmetê nîne, bila li pêşiya jiyana me nebe asteng, em ê bi xwe jiyana xwe bidomînin. Li şûna ku xwedî li gel derkevin, gel biparêzin, radibin gel birçî dihêlin, bêpere û bêparastin dihêlin. Ji hikûmeteke bi vî rengî çi dikare bê hêvîkirin."

ÊRÎŞA LI HEMBERÎ BAKUR TÊRA WAN NAKE, NIHA ÊRÎŞÎ HEBÛNA GELÊ LI BAŞÛR DIKIN

Gundiyê bi navê Porê Mêr jî anî ziman, ku ji ber êrîşên hewayî xizmên wan nikarin bên cem wan, têkiliyên civakî yên berê ji ber vê yekê kêm bûne û got, "Berê, mirovên ji serêşiya bajêr direviyan, dihatin vê derê. Lê niha em li vir ne rehet in. Mirovên me tên kuştin. Psîkolojiya zarokên me xera dibe, lê belê hikûmet li pêşberî vê bêdeng e. Ji ber ku ew bi xwe jî destekê dide van êrîşan. Eger destek nedabûya, çend mehan carekê nediçû cem Erdogan. Erdogan çawa ku li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd qetil dike, li vir jî gelê Başûr qetil dike. Weke gelê Başûr nabe em li pêşberî vê bêdeng bimînin. Eger îro zerar li me nebû be, ev nayê wê wateyê ku sibe jî zerar li me nabe."

...