Polîsên li Dîgorê komkujî kirin niha li Geverê ne!
Hat gotin, polîsên Tirk ên di sala 1993'an de li Dîgorê komkujî kirin, niha li Geverê li ser kar in.
Hat gotin, polîsên Tirk ên di sala 1993'an de li Dîgorê komkujî kirin, niha li Geverê li ser kar in.
Polîsên di komkujiya li navçeya Qers Dîgorê de cih girtin, ku di sala 1993'an de 17 kes di vê komkujiyê de hatin qetilkirin, tê gotin li navçeya Colemêrg Geverê li ser kar in.
Kesekî li Geverê dijî û ji ber sedemên ewlekariyê nexweş navê xwe eşkere bike anî ziman, ku ev polîsên han hînê li herêmê ne û got, "Li her derê bi awayekî vekirî tê gotin, ku polîsên di Komkujiya Dîgorê ya 1993'an de cih girtin, li vê derê li ser kar in."
ÇI QEWIMÎ BÛ
Bi armanca pîrozkirina salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, bi hezaran kes roja 14'ê Tebaxa 1993'an de li gundê Nexşanê li hev civiyan û xwestin ber bi Dîgorê ve bimeşin. Zarok û extiyar jî di nav de bi hezaran kesên dimeşiyan, li cihekî 2 kîlometre nêzî Dîgorê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin sekinandin. Polîsên Tirk bêyî hişyariyekê bidin, yekser gule li gel reşandin. Di encama gulereşandinê 5 jê zarok 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn.
Dadgeriya Tirk ev polîsên xwe bi îdîaya "parastina meşrû" beraat kir, lê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Tirkiye mehkûmî tazmînata madî û manewî kir.