'Sûr û hişê civakê tên tinekirin'
Sekreterê Odeya Mîmarên Amedê Mucahît Polat banga xwedîderketina li Sûrê kir û got, "Ya ku Amedê dike Amed Sûr e, çanda xwe ye, gelê li wir dijî ye, avahiyên xwe yên dîrokî ye, kolanên xwe yên teng e."
Sekreterê Odeya Mîmarên Amedê Mucahît Polat banga xwedîderketina li Sûrê kir û got, "Ya ku Amedê dike Amed Sûr e, çanda xwe ye, gelê li wir dijî ye, avahiyên xwe yên dîrokî ye, kolanên xwe yên teng e."
Di çarçoveya polîtîkayên şer ên AKP/Qesrê de, navçeya Amed Sûr, navçeyên Şirnex Cizîr û Silopiyayê yên hatin şewitandin û hilweşandin, di bin navê 'îstimlaqkirina lezgîn' de ji aliyê dewleta AKP'ê ve tên dagirkirin.
Sekreterê Odeya Mîmaran a Amedê Mucahît Polat, têkildarî xebatên xwe yên li ser plana dagirkeriyê ya AKP/Qesrê, ji me re axivî. Polat da xuyakirin, ku divê xebatên li ser Sûrê di nava koordînasyonekê de bên meşandin.
LI SÛRÊ CAREKE DIN DENGÊ BOMBEYAN TÊ BIHÎSTIN
Polat diyar kir, der barê Komxebata Sûrê de wê Odeya Mîmaran û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 18-19'ê Hezîranê de xebatekê bimeşînin û got, "Platformek wê ji Stenbolê were û em ê bi wan re vî karî bimeşînin. Hem ew ê tecrûbeyên xwe ragihînin, hem jî em ê li ser karên ji niha û pê ve yên dijderketina li îstimlaqkirinê û li ser xebatên ji nû ve avakirinê baxivin. Em careke din dengê bombeyan ji Sûrê dibihîzin. Heta hefteyek berê bi tenê li 3 taxan xebat dihat meşandin û niha hatiye tespîtkirin ku 1350 avahiyan xisar dîtine. 1350 avahî jî tê wateya 27 kolanan. Ev der bi erdê re bûne yek."
Polat da xuyakirin, ku têkildarî avahiyên tescilkirî pirsgirêk hene û got, "Ji wêneyên ji hewayê hatine kişandin tê fêmkirin, ku hin ji van avahiyan xera bûne û di nava van de 60-70 avahiyên tescîlkirî hebe." Polat anî ziman, li herêmên qedexekirî 360 avahiyên tescîlkirî hene û got, "Li herêmê bi tenê karê hilweşandinê heye û bi ti awayî tiştek bi me re nayêparvekirin. Ji wêneyên ji hewayê hatine kişandin em fêm dikin ku hin avhaiyên dîrokî xera bûne. Li ser vê yekê me serî li Walîtiyê dan, fikar û gumanên xwe bilêv kirin û xwestin li cihê bûyerê lêkolînan bkin. Lê belê Walîtiyê got, 'heta herêm ewle bû, em ê wê çaxê serlêdana we ji nû ve binirxînin."
'JI BO TINE NEBE, DIVÊ HER KES BIKEVE NAVA TEVGERÊ'
Polat da xuyakirin, ku xerabûna Sûrê ne xema UNESCO ye û herî dawî ev bang kir: "Sûr navenda bajarekî ye ku 7 hezar salî ye. Ya ku Amedê dike Amed Sûr e, çanda xwe ye, gelê li wir dijî ye, avahiyên xwe yên dîrokî ye, kolanên xwe yên teng e, ew der e. Ji bo tine nebe, divê her kes bikeve nava tevgerê. Sûr û hişê civakê tê tinekirin. Gelê ji wir derket, ji sedî 80 ê wan gelê di salên 90'î de ji cih û warên xwe hatibû derxistin bû. Niha careke din sirgûn kirin. Nabe ku ev ji nedîtî ve were."