Rayedarên KCK'ê Rêvan Kobanê û Avaşîn Efrîn dan xuyakirin, ku destdirêjî û destavêtina li zarokan herî zêde li saziyên perwerdeyê yên sîstemê tên kirin û gotin, divê civak bi rengekî rêxistinbûyî li dijî van bûyeran derkeve.
RÛHAL NÛRÎ / ROZA AMED
BEHDÎNAN
pêncşem, 19 gulanê 2016, 07:04
Berdevka Dîwana Edaletê ya KCK'ê Rêvan Kobanê û endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Avaşîn Efrîn, têkildarî bûyerên destavêtin û destdirêjiya li zarokan a li kampên AFAD'ê û saziyên ENSAR'ê, ji ajansa me re axivîn.
DI BIN NAVÊ PERWERDEYÊ DE DIXWAZIN SIBEROJEK BÊ ÎRADE BAFIRÎNIN
Rêvan Kobanê got, "Zarok berhema siberoja azad e" û destnîşan kir, ku polîtîkaya AKP li ser zarokan dimeşîne, polîtÎkaya qirkirinê ya tinekirina gelekî ye. Kobanê da xuyakirin, ku ev polîtîka bi taybetî di bin navê perwerdeyê de li hemberî zarokên Kurd tê meşandin û bi vê polîtîkayê ve tê xwestin, nifşê nû ji dîrok, çand û zimanê xwe bê qutkirin.
Rêvan Kobanê diyar kir, ev êrîşa li hemberî zarokan bi taybetî di bin navê perwerdeyê de tê kirin û ev nirxand kir: "Eger mamosteyek, ajokarekî servîsa dibistanê dest dirêjî zarokeke/î 6 salî dike û hiqûq edalet vê normal dibîne û tiştekî nake, wê çaxê mirovahî nemaye. Li cihekî ku mirovahî û wijdan nema ye, divê gelê me ne li benda edaletê be. Zarokek bi kîjan zîhniyetî were mezinkirin, ji bo siberojê jî wê bi heman rengî tevbigere."
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ BIKARANÎNA ZAROKAN
Kobanê da zanîn, hikûmeta AKP'ê di oxira desthilatdariya xwe de, di serî de zarok hemû civakê dike qeurban û ev bang li saziyên mafên mirovan, hiqûq û edaletê kir: "Komîteyên mafên mirovan hene, dadgehên mafên mirovan hene. Divê saziyên hiqûq û edaletê van bazirganên dest dirêjî zarokan dikin, ji nedîtî ve neyên. Parêzerên me divê li ser vê mijarê dosyayan amade bikin û pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bikin. Ev polîtîka ne tenê li hemberî zarokek, du zarokan e. Ev polîtîka, di şexsê zarokan de polîtîkaya li hemberî temamiya civaka Kurd e." Kobanê got, "Li cihê ku edalet nîne, divê gelê me ne li benda edaletê be. Pêwîste polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser zarokan teşhîr bike."
Kobanê di dawiya axaftina xwe de herî dawî bang li dayikên Kurd û hemû dayikan kir, ku ji her alî ve li ser sibe roja zarokên xwe bifikirin û van polîtîkayên qirêj, bi perwerdeya xwe ve pûç bikin. Kobanê got, "Divê dayik sîstema xwe ya perwerdeyê ava bikin, zarokên xwe biparêzin, îstîsmara zarokên xwe qebûl nekin, yên îstîsmarê dikin, nehêlin bikevin nava wan û li dijî wan derkevin."
ZAROK BI TAYBETÎ DIBIN HEDEFA SERDESTAN
Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Avaşîn Efrîn jî bal kişand ser girîngiya zarokan ji bo civakê û diyar kir, desthilatî bi taybetî zarokan hedef digire. Efrîn got, "Zarok siberoja civaka exlaqî û polîtîk e. Di her serdemeke dîrokê de hêzên serdest timî zarok hedef girtine û bi vî rengî hewl dane civakê bi rê ve bibin." Efrîn da xuyakirin, ku hêzên serdest her tiştî xumamî dikin û di nava vê rewşa xumamî de polîtîkayeke qirêj li ser zarok û civakê dimeşînin.
PEYMANA NAVBERA AKP Û ELMANYAYÊ, JI BO BAZIRGANIYA LI SER MIROVAN E
Efrîn têkildarî polîtîkaya li hemberî zarokên malbatên ji ber şer reviyan e û xwe li kampan girtine ev nirxandin kir: "Li hemberî mirovên ji şer reviyane û bi zorê xwe li kampan girtine, dewlet di bin navê ez xwedî lê derdikevim de, van mirovan dike amûreke polîtîkayên xwe yên qirêj û dest davêje wan. Divê haya her kesî jê hebe, peymana navbera AKP û Elmanyayê ji bo mirovan bike mijara bazarê hatiye kirin."
Efrîn destnîşan kir, ku yên li pêşberî van pêkanînên AKP'ê bêdeng dimînin, ew jî di heman demê de hevparên vî gunehî ne.
'JI BO EM JIYANEKE AZAD BIDIN ZAROKÊN XWE...'
Efrîn herî dawî got, "Li cihekî ku ruh û nêrînên me lê ne azad in, em ê çawa karibin zarokên xwe bi rengekî azad lê mezin bikin. Weke gel, heta em nebin xwedî nêrîneke azad, heta haya me ji pêwîstiya jiyaneke çawa çênebe, zarokên me wê nikaribin bi awayekî azad bijîn. Divê em vê fêm bikin û xwe li ser vê bingehê perwerde bikin. Li hemberî bazirganên AKP'ê yên zarokan û li dijî polîtîkayên qirêj ên AKP'ê, bi zanebûnê em dikarin bisekinin û van polîtîkayan pûç bikin."