YPS: Li Nisêbîn û Şirnexê 14 çeteyên Qesrê hatin kuştin

Di çalakiyên li Şirnex û Nisêbînê de 14 çeteyên Qesrê hatin kuştin. Hat ragihandin, liv û tevgera balafirên şer a li Nisêbînê zêde bûye.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku çeteyên Qesrê yên li Nisêbînê li pêşberî berxwedanê têk diçin, êrîş û tevgera bi balafirê şer zêde kirine.

Di daxuyaniya YPS'ê de li ser çalakî û êrîşên li Nisêbîn û Şirnexê ev agahî hatin dayîn:

NISÊBÎN

Roja 15'ê Gulanê saet di 11'an de, jendermeyekî tîmên taybet ê li ser rêya Çaxçaxê doçka dixebitand, bû hedefa yekîneyên me û di encamê de hat kuştin. Gelek maşînên zirxî dema ji aliyê Weysîka ve hewl didan bikevin nava taxê, bûn hedefa yekîneyên me û di encamê de derb li maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra û kepçeyeke zirxî hat xistin. Li taxa Dîcleyê jî, yekîneyên me li çeteyên hewl didan bi pêş de biçin xistin û di encama vê lêdanê de kepçeyek hat rûxandin. Çete piştre neçar man e xwe vekişînin. Li taxa Dîcleyê kepçeyek xanî xera dikir bû hedefa derbên yekîneyên me û ajokarê kepçeyê hat kuştin. Heman rojê saet di 17:00 de li hemberî tîmeke jendermeyan, yekîneyên me bi çekên ferdî çalakî pêk anîn. Li vir 2 jendermeyên tîmên taybet hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

Roja 16'ê Gulanê, li taxa Alîka dema çeteyên qesrê diketin hundirê xaniyekî, çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Hejmara mirî û birîndarên çeteyan ên di binê xirbeyê vî xaniyê hat hilweşandin de man, nehat zelalkirin. Komek ji çeteyan ji bo rakirina cenazeyên xwe hat û ev jî bû hedefa yekîneyên me. Di vê çalakiyê de 4 çeteyên qesrê hatin kuştin. Heman rojê li taxa Alîka, di encama derbên yekîneyên me de çeteyek hat kuştin.

Li hemberî taxên di bin kontrola yekîneyên me de ne, êrîşên çeteyên qesrê yên bi teknîka zêde û bomberdûmanê dewam dike. Li hemberî taxên ku 2 caran balafirên şer bombe lê barandin, careke din balafirên şer êrîş kirin.

ŞIRNEX

Di 15-17'ê Gulanê de li taxa Îsmetpaşa, yekîneyên bi roketan li tankek dixwest têkeve taxê xistin û derb li vê tankê ket. Di heman demê de, du maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra dema hewldan bikevin nava taxê, bi derbên roketan hatin rûxandin. Yekîneyên me bi çeteyên hewl dan bikevin nava taxê hesiyan û bi bombeyên destan çalakiyek pêk anîn. Di encamê de 5 polîsên tîmên taybet hatin kuştin. Tankek dixwest di navbera taxa Îsmetpaşa û Gazîpaşa bikeve nava taxê, bû hedefa derbên roketan û di encamê de neçar ma xwe vekişîne. Yekîneyên me cihê çeteyên li xaniyekî bi cih bûbûn tespît kirin û bi roketan û çekên ferdî li wan dan. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

Li taxa Aydinlikevlerê, li hemberî tankek û maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra ya dixwest bikevin nava taxê, yekîneyên me bi roketan çalakî lidar xistin. Di encamê de maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra hat rûxandin û derb li tankê hat xistin. Yekîneyên me her wiha bi çeteyên dixwestin bikevin nava taxa Aydinlikevlerê hesiyan û bi roketan, bombeyên destan û çekên ferdî li wan dan. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê we piştre bên eşkerekirin. Piştî çalakiyê ambûlansan kuştî û birîndar rakirin. Her wiha di encama derba yekîneyên me de çeteyekî tîmên taybet hat kuştin, 3 balafirên keşfê yên bi tîpa Drone hatin xistin."