PDK’ê îdîa kir ku wê tifaqa YNK-Goranê ‘nakokiyên hundirîn hê kûrtir bike’

PDK’ê têkîldarî hevpeymana duh a mabeyna YNK û Tevgera Goran hate îmzekirin de daxuyaniyek da, îdîa kir ku wê hevpeyman nakokiyên hundirîn hê kûrtir bike.

Navenda PDK’ê îro di serokatiya Sekreterê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî de li Hewlêrê kom bû. Piştî civînê li ser malpera PDK’ê ya fermî daxuyanî hat dayîn. Li gor daxuyaniyê, di civînê de mijarên têkîldarî hevpeymana duh a navbera Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanî (YNK) û Tevgera Goran pêk hat, rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê û Iraqê, Kurd wê vegerin Bexdayê an na hatine nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piranî li ser hevpeymana YNK’ê û Goran hatiye rawestandin, û îdîaya, “Wê nakokiyên hundirîn hê kûrtir bike û xizmetê ji çareseriyê re neke” hate kirin.

‘BÊYÎ PDK’Ê NABE’

Di daxuyaniyê PDK’ê de tê angaştin ku hevpeymana pêk hat wê astengiyan ji YNK’ê re derxe û ber bi qirîzê bibe. Di daxuyaniyê de nerazîbûn û nerehetiyên li hemberî YNK’ê jî wiha eşkere kir: “YNK, tevî hevparê hikûmetê ye jî beriya hevpeymanek wiha stratejîk bêyî agahdarkirina me,  bi aliyekî siyasî yê ku bi PDK’ê re pirsgirêkê wê hene re pêk aniye. Ji ber vê jî bûye parçeyek ji pirsgirêkan. Helwesta YNK’ê, li gor tevgera wê ya berê a hevpar a bi PDK’ê re bûye berevajî. Rêvebirina herêma Kurdistanê bêyî PDK’ê zehmet e.”