Keça şehîd, Peyman sê salî ye
Bîst roj berî alî Huso (Erdal) tevlî nava refên YPG'ê bibe Peyman ji dayik bû. Bav Erdal dixwaze navê keça wan bibe Peyman. Peyman navê keçeke Kurd e, ku li gundê Gur Huso li dijî çeteyan bi lehengî şer kir û şehîd ket.
Bîst roj berî alî Huso (Erdal) tevlî nava refên YPG'ê bibe Peyman ji dayik bû. Bav Erdal dixwaze navê keça wan bibe Peyman. Peyman navê keçeke Kurd e, ku li gundê Gur Huso li dijî çeteyan bi lehengî şer kir û şehîd ket.
Şoreşa Rojava bi berxwedan û fedekariya mirovên ji her beşê civakê ve, gav bi gav bi pêş de diçe û dibe çavkaniya hêviyê. Zarok-extiyar, jin-mêr, gundî-bajarî her kes ji bo ev şoreşa hêviyê neçilmise, fedekariyeke mezin kirin.
Yek ji van mînakan jî malbata Gur Huso ye. Malbata Gur Huso hem bi tevlîbûn û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna PKK'ê, hem jî bi tevlîbûna li nava Şoreşa Rojava ve, mînakek şênber a vê rastiyê ye. Malbata Gur Huso li gundê Gur Huso yê 5 km li başûrrojhilatê bajarokê Girê Spî dijî. Li vî gundî bi qasî panzdeh mal hene û hem jî nasên hev in. Lewma ev nav li vî gundî hatiye kirin.
Rûspiyê malbatê Huso Gur e. Huso ji dilê xwe emeliyat bûye. Bêdeng e û di nava nivînan de ye. Kesên tên ziyareta wî qet kêm nabe. Tevî ku ji ber emeliyatê bêhal e, radibe li ser xwe rûdinê û bi vî rengî mêvanan pêşwazî dike. Bi rêzdarî li mêvanan guhdarî dike û bi wan re sohbet dike. Huso Gur bi qasî pêncî pênc salî ye. Mîna hemû şêniyên Rojava wî jî êş kişandiye, lê her tim bi hêvî bûye. Lewma xwe ti carî ji tevlîbûna li nava têkoşîna PKK'ê û Şoreşa Rojava venegirtiye. Ji çeperên YPG'ê çûye emeliyat bûye û dibêje, ew bi hêviye careke din li wan çeperan vegere.
Odeya wî tije mêvan e. Hem mêvan hem jî ferdên malbatê di her kêliyê de bi wî re ne. Civata malê, ji zarok heta yên mezin, kalkê xwe bi tenê nahêlin. Di nava qelebalixiya li odeyê, ya herî zêde balê dikişîne Peyman e. Ji bo her kesî çavkaniya moralê ye. Ev keça delal sê salî ye. Diçe cem mêvanan û mêvan jî eleqeyeke mezin nîşan didin. Sedema vê eleqeyê jî hem şîrînî û delaliya vê keçê ye, hem jî têkoşîna bavê wê ye, ku demeke kurt piştî ji dayikbûna wê di 22'ê Adara 2013'an de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Ev rewş çîroka malbatê bêhtir balkêş dike. Kalekî dixwaze hînê di çeperan de cih bigire, kurê wî yê şehîd ketiye û Peymana biçûk a di bin per û baskê wan de mezin dibe.
Bi naskirina Peyman re bavê şehîd ketî dikeve hişê mirovan. Kî bû, çawa jiya, çawa şehîd ket?
Bavê Peymanê Alî Huso (Erdal) di sala 1994'an de ji dayik bû. Bi gotina dayik Bergê Dilbirîn, ew roniya çavê malbatê bû. Mirovekî rêzdar bû, ku gund gelekî jê hez dikir. Şehîd Erdal kurê herî mezin ê malbatê bû, lewma wî di emrekî ciwan de didin zewicandin.
Erdal dema zewicî 18 salî bû. Dema Şoreşa Rojava destpê kir û Yekîneyên Parastina Gel hat avakirin, bêteredût tevlî nava refên YPG'ê bû. Piştî tevlîbûnê di perwerdeya leşkerî re derbas dibe û dûre weke fermandarê tabûrê berê xwe dide eniyê, li dijî çeteyan şer dike. Erdal bi du hevalên xwe yên bi navê Siyabend û Hebûn, di 22'ê Adara 2013'an de li gundê Tabeş ê Girê Spî, di şerê li hemberî DAIŞ'ê de şehîd dikeve. Dema şehîd ket 19 salî bû.
Bîst roj beriya tevlîbûna li nava refên YPG'ê ya bavê wê, Peyman ji dayik bû. Bavê wê dixwaze navê keça wan bibe Peyman. Peyman navê keçeke Kurd e, ku li gundê Gur Huso li dijî çeteyan bi lehengî şer kir û şehîd ket. Ev şervanî û lehengiya Peyman gelekî bandorê li bav Erdal dike. Lewma navê keça xwe dike Peyman.
Peyman çavkaniya enerjî û moralê ya malê ye.